1. Operesyona ji aliyê hêzên sûriya demokratîk li hemberî dilxwaz û piştevanên daişê bi durûşmeya "mirovî û ewlehî" hatiye dest pê kirin. Hêzên ypg, ypj, hat û yat jî beşdarî vê operasyona giştî bûne. Bi beşdarbûna 5000 şervan û piştgirya hêzên hevpeymaniyê operasyon didome. Operasyon li ser zêdebûna kuştina kesan li kampa holê hat dest pê kirin. Tê gotin ku jin û zarokên daişî di kampê de tede û zordariyê dikin û zarokan bi hizrê daişê mezin dikin. Ji loma hsdê bi hêzek girseyî û bi beşdarbûna hêzên taybet û ewlehiya hundirîn, digel wesayitên zîrepoş operasyonek berfireh da dest pê kirin. Îroj operasyon di roja xwe ya 5. De ye û hîn jî didome. Heya niha gelek kamuflajên leşkerl, fîşek û alavên birrek yên ku di bin axê de hatibûn veşartin hatine desteserkirin. Herwiha bi saya vê operasyonê kesên temenê wan ji 15a mezintir tên jimartin û şûna tilî û çavên wan tên tomarkirin. vîdyoyê veke vîdyoyê veke vîdyoyê veke vîdyoyê veke |
|
01.04.2021 00:32 ~20:42 |
tîrêj zana 21
|
2. min çavê we xwarî! |
|
01.04.2021 07:08 |
asîmanê sêwî
|
3. Li gor daxuyaniyên fermî qonaxa yekemîn a operasyonê bidawî bûye. Operasyona ku bêhtir ji 5000 endamên asayîş û ypgê beşdar bibûn, 125 daişî hatine girtin. Ji van girtiyan 20 terorîst têkiliya wan bi kuştina kesên li kampê derketiye. |
|
03.04.2021 22:27 |
tîrêj zana 21
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |