Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
ji tirşikvanan pêşniyarên pirtûkên kurdî - tirşik
ji tirşikvanan pêşniyarên pirtûkên kurdî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tirşikvan dişên pirtûkên kurdî yên ku wan pir hez kiriye di bin vê mijarê de bo tirşikvanên din pêşniyar bikin. ez dest pê bikim *

bilûra kerr (sebrî vûral) pirtûkeka helbestan e ku ji dora 70 pelan pêk tê. tê de bi gelemperî helbestên welatperwerî hene.

apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir (bextiyar elî) bawer dikim navê qala vê pirtûkê bikim çimkî tirşikvanan têra xwe qal kiriye * lê ji ber ku piraniya xwîneran di navê pirtûkê negihiştine dixwazim rave bikim. "ba" bêjeyeke mê ye loma jî du awayên tewanga wê hene, yan li dawiyê "î" dê bê zêdekirin yan jî tê de tîpên "a" an jî "e" hebin dê wergerin "ê"yê. li vir jî awayê duyem bi kar hatiye yanî ba bûye bê.



04.01.2021 12:56 | keyomerd

2. Ez ê ji we re 2 romanên Kurdî ji Jan Dost pêşniyar bikim. Her du jî balkêş û xweş in.

1.Mijabad: di vê romanê de bi giranî evinî heye,di salên 1940 an de diqewime. Kurdayetî heye,komara Mihabad heye,Qazî heye,Mele Mistefefa heye. Bi kurt û Kurmancî romaneke têr û tijî ye. Teqez bixwînin.

2.Mîrname: ev jî pirtûka Jan Dost e. Di pirtûkê de jiyana Ehmedê Xanî dinivîse. Şêwaza pirtûkê roman e lê hinek cuda ye. Di pirtûkê de Ehmedê Xanê qala xwe nake,kesên ku wî nas dikin qala wî dikin. Nêzî 10 kes qala wî dikin dor bi dor,û pirtûk heta dawî bi mereq û kelecanî dihê xwendin. Ew kesên ku qala wî dikin di pirtûkê de karakter in. Yek cînarê wî ye,yek meyxwirê gund e,yek dijminê wî ye. Filan û bêvan. Pirr balkêş û xweş e.



04.01.2021 13:40 | rodem

3. (bnr: bacanên pelçiqî)



23.11.2021 00:43 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
bahoza tîroîdê [1]
(bnr: thyroid storm)
rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. j...
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên sernivîsan ji bo tirşikê
» pirtûkên epub ên kurdî
» kurdîya pehn

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî