1. şeva herî dirêj a salê ye, şeva 21ê kanûnê ye. li cem kurdan taybetî li cem zerdeştîyan şeveka pîroz e, li rojhilat û li başûr bi merasîman tê pîrozkirin. |
|
22.12.2019 19:43 |
xendekî
|
2. navê helbesteka şairê kurd ê soran nalî şarezûrî ye, ji bo şeva yeldayê nivîsîye. |
|
22.12.2019 19:46 |
xendekî
|
3. Şeva ku piştî belavbûna medyaya civakî di nava Kurdan de, navdar bûye ye. Ji beriya Facebook û twitterê min tu caran navê vê şevê nebihîstibû. |
|
22.12.2019 21:01 ~21:02 |
nan û av
|
4. Şeva ku di nav kurdên me ên bakur de nasîna wê ne berbelav e. Bi saya tora civakî û şopandina ji nêz ve ya kurdên me ên din hinekî bûye navgîn ku em jê hayedar bibin. Başûrî mîna cejnekê pîroz dikin. Şahîyan felan li dar dixin. |
|
22.12.2019 21:05 |
darînê daryo
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |