1. fîlmekê derhêner bong joon ho yê ji koreya başur e. cûreya fîlmê em dikarin bêjin komedî û dram û rageşî ye. |
|
26.11.2019 14:21 ~14:23 |
xelîl
|
2. xwedîyê xelata herî mezin ya cannes film festivalê ya vî salî (2019) ye. Ji vê xelatê ra fransiz dibêjin palme d'or |
|
26.11.2019 14:56 ~2020.04.04 12:13 |
mirovekirind
|
3. fîlma ku xelatên fîlmê ya herî baş, derhênerê herî baş û serkeftirîn filmê navnetewî yên oscarê ya 2019an hilgirtiye. û yekemîn fîlma bi zimanekî ji xeynî îngilizî ye ku xelata fîlmê ya herî baş standiye. |
|
10.02.2020 10:35 ~10:44 |
xelîl
|
4. bêhna kim ki-duk jê difûre. çer min vê fîlma bong joon ho temaşe kir, min go eureka! di hilberînên hunerî de tesîra derhişê hevpar helbet xwe dide der. ji bo ezmûneka din a parazîtbûnê di derhişê hevpar a koreyiyan de berê xwe bidin fîlma 3-ironê jî. |
|
10.02.2020 16:48 ~16:52 |
tizbîkêş
|
5. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê azadixwaz ve hate kirin. |
|
03.04.2020 21:25 ~2020.05.16 21:03 |
simurg56
|
6. berhema ku xelatên oscar û cannesê standine û heta dawîyê heq jî kirine. |
|
05.04.2020 23:09 ~23:09 |
simurg56
|
7. fîlmeke serkefti ye û jixwe pûanek bilind ji imdb yê wergirtiye.ez ji bo jêrnivîsa/binnivîs fîlmê ku %95 bi serkeftî hatiye wergerandin sipasiyên xwe azadixwaz dikim.Bê pirsgirîk dihate xwendin.Tenê ji bo peyva şifêr min go dibe ev tiştek din be lê ji bo ajovan wisa hatiye gotin.Bi ya min ajovan bikaranda wê baştir bûya.Li ser kanala telegramê fîlm pirr zelal û bê pirsgirîka qerimînê mirov dikare temaşe bike.https://t.me/filmenkurdi/ - Here lînkê Wek min got fîlm pirr xweş bû û serî heta dawî hema bêje henekan nav xwe de dihewand lê dawiya fîlmê de ez pirr matmayî mam.Fîlm dawî de ji henekan derbasê sernaryoya zombiyan dibe dawiya dawî jî girê dide dram.Bi rastî fîlm bi henekan bidomiya wê gelek baştir bibûya. |
|
08.05.2020 17:34 ~17:36 |
brzn
|
8. Qasî tê zanîn %40ê cureyê zindî yê cîhanê jiyana xwe bi parazîtî derbas dikin. Ne ecêb e di nav mirovan de jî ev kes hebin lê fîlm vê jiyanê ji asteke bilind nîşanî me dike. Tew di ser de şerê parazîtan yên nav xwe de êdî biriye asta dawî. |
|
19.05.2020 22:35 |
berxweda
|
9. fîlmeke bêqisur! |
|
27.12.2020 01:41 |
endazer
|
10. Fîlm xweş bû û destê @azadîxwaz sax bi lê min wergera fîlmê zêde neeciband. Ji ber ku hin gotin rasterast ji Tirkî hatibûn vergerandin û meriv gava bi Kurmancî difikirî qenc jê fêhm nedikir. Bi a min vergerî ne tenê qûlupandina peyvan yeko yeko ji zimekî li zimanekî din e. Ev kiryarek hunerî ye, divê meriv hebikî hosteyî bixebite. Bînin bîra xwe gava pîrkên me an jî mezinên me tv yê dinêrîyan û me jî wek vergerek li kêleka xwe de digirtin; ji ber ku me dizanîbû çawa fêhm dikin me bi wî awayî bi zimanek xwezayi karê xwe tevdigerand û çavên mezinên me dibiriqîn. |
|
05.08.2021 12:17 ~12:33 |
pîroz
|
11. fîlma ev sala berê min jê seyr kir e. "hînbûnî"yeke min heye ku ez tiştên ku seyr kirim an xwendim, li ekşisozlikê mijara wan dixwinim. piştê vê seyr kirim û dîtim ku her kes gotîye ew fîlm tijû me'nayên kûr û giran e. qasî min dît peyamên ku ew fîlm dida bi rastî xûya bûn. herweha biborin xwîn, şer, hevşabûn tişta zêdetir "hûnerî" nakin. |
|
07.05.2022 15:21 ~15:22 |
blabla
|
12. Lee Sun-kyun ku yek ji lîstikvanên vê fîlmê bû berî mehekê xwe kuşt. întihar kir. Lee di vê fîlmê de di rola bavê dewlemend de bû. |
|
26.01.2024 13:05 |
cinorek
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |