1. malpereke beramberî goodreads.comê ye. li gor tecrubeyên min keç û kurên kurdîxwan û kurdînûs tê de zehf in û ji bo partnerekî/e sapyoseksuel biqefêlin, xwe spartine vê malperê. |
|
30.07.2019 01:04 ~2019.08.05 15:09 |
tizbîkêş
|
2. malpera ku haja min jê tune bû. min çav lê gerand. nivîskar û pirtûkên kurdî pirr in li vir û hatine xwendin jî. |
|
30.07.2019 11:18 |
xelîl
|
3. platforma xwendevanên tirkî ye ku xelk ji pirtûkan hevok parve dikin, pirtûk rexne û şîrove dikin. Malper rêjeya xwendevanên tirkî (kesên bi tirkî dixwênin) diyar dike ku piranî tenê roman, ew jî romanên populer dixwênin. Ji salek zêdetire hesaba min heye ez îj hin caran çend hevokan (quote) parve dikim. |
|
22.02.2020 13:37 |
hespêsor
|
4. Gelek xwendavên kurd jî vê sepanê bikartînin. Îro rastî şîroveyek hatim digot em kurd çima ji xwe re sepanek wilo çênakin? |
|
06.04.2020 15:13 |
kajav
|
5. tiştên ku di vê malperê de tên kirin li tirşikê jî heman tişt çê dibin. dikarî pirtûk û agahiyên derheqê wê pirtûkê de ne barê beşa pirtûkan a tirşikê bikî û şîrove û analîzên xwe binivîsî û pûana xwe ya ji bo pirtûkê bidî. |
|
06.04.2020 16:15 ~16:15 |
xelîl
|
6. Demekê min jî di wir da jêgirtinên bi kurdî parve dikir, bi ya min him li vir him jî li wir bê parvekirin dê baştir be, bi her awayî hewcedarî heye. |
|
06.04.2020 22:44 |
xwebixwe
|
7. Kajavê birêz te ez xweş xapandim* |
|
06.04.2020 23:09 |
pirtûkbihûşt
|
8. Meselaya 1000kitap.comê ji bo yên vir jî parve bikim; |
|
06.04.2020 23:19 |
pirtûkbihûşt
|
9. Li wir bi rastî jî gelek Kurdên xwenas henin û ji bo wê parvekirina min jî gelek piştgirî dan min. Piştî vê piştgiriya Kurdan parvekirina min dîsa li min vegerandin, spamê ser de rakirin. Lê digel ku ez gelek acizkirim. Ji wê sepanê gelek sar bûme êdî. Heya ku ji kerba wan îro jêderekek jî parve nekir |
|
06.04.2020 23:28 |
pirtûkbihûşt
|
10. Lê xwezî ev malpera tirşikê jî sepana xwe çêkirbana, li ser înternetê malpereke wilo delal, ji aliyê bikaranîn ve zêde ne kêrhatî dibe. |
|
06.04.2020 23:31 |
pirtûkbihûşt
|
11. dikim nakim nikarim têgihêjim, mirov çima kitêbxaneya xwe îfşa dike, bê ka çima? eger ji bo nasîn û muhebetê be, bila ji bîr nekin em di qirnê çarem de nehatine dinê. em dikarin bi her awayî jiyanekê online çêkin ji xwe re lê bi kitêban armanç û mekan û amûr hevdu nagirin. |
|
24.06.2020 22:05 |
ezcan
|
12. Ez jî endamekî wî malperê me.. |
|
25.06.2020 00:06 |
xeletnivîs
|
13. Malpera ku min armanca wê xelet fêm kiribû. Bi rastî hêj jî min baş fêm nekiriye. Çend sal berê ez li vê malperê rast hatim, min digo qey mirov kare pirtûkan weke pdf ji vê malperê daxîne. Ji bo wê ez bûm endam. Lê ez li nava wê geriyam û geriyam min cihê pirtûk-daxistinê nedît. Hew çend rêzik jêgirtiyên pirtûka hatibûn parvekirin. Û hama wer min jî dev jê berda û me tiştek ji hev safî nekir. Hesabê min jî nizanim çibû jê, ma nema qet hayê min jê tune. Lê ez anha wer texmîn dikim ku ev malper ji bo danasîna pirtûkan e, û rêzikên xweş an yê bo xwendevana girîng lê parve dikin. |
|
25.06.2020 01:09 |
tîrêj zana 21
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |