Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 23 peyam
zik - tirşik
zik
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ûr, mîde, gedek, firşik, meîde, sîng..

beşek ji laş û bedena mirov ku dikeve navbera sing û navtengê,. cihê ku xwarina xwarî diçe tê de..

kok û rayeka peyvê ji devê wîkîpediyayê: ''hevreha soranî زگ (zig) û سک (sik), kelhurî zig,zazakî pîze, farisî شکم (şikem, şêkem) û اشکم (işkem), pehlewî şekemb, eşkom, tacikî шикам (şikem), ji îranî. Peyva îranî wek شکم (şikem) ketibû osmanî û jê derbasî bulgarî bûye û niha jî wek шкембе (şkêmbê) tê de maye. Bo guherîna Ş û Z bi hev bide ber zebeş û şebeş. Bo ketina "-em /-im" ji dawiyê bide ber "ala" ji erebî 'elem.''



biwêjên ku kurdan ji vê bêjeyê çêkirine:



(bnr: zikbilind), (bnr: zikbel)

(bnr: zikçewal), (bnr: ziker)

(bnr: zikjêr), (bnr: zikdaketî)

(bnr: zikkundir)

(bnr: ziktilêlî)

(bnr: zikmeşk), (bnr: zikhinban)

(bnr: zikmar)

(bnr: zikmezin), (bnr: xure), (bnr: hûrmezin)

(bnr: ziko), (bnr: ûro)

(bnr: ziktêr), (bnr: çavtêr)

(bnr: zikwerimî), (bnr: bizik)

(bnr: zikliberdev)

(bnr: ziktijî), (bnr: ji xwe razî)



13.09.2013 03:54 | endazer

2. wateya dîn jî nav, navber e

weke di zikê şeş heftan de karên wan qediya..



23.07.2014 21:00 | havka

3. (bnr: berzik)

(bnr: ziktêr ,1-têra kera, hespa 2- ne birçî)



24.07.2014 00:48 | serpale

4. peyva ku gelek caran li şûna ûr de jî tê bikaranîn.



- zikê min hê jî birçî nebûye.



24.07.2014 00:50 | simurg56

5. latÎnÎ: abdomen.



24.07.2014 00:52 | mala te ava

dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» zikê hev de

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî