1. watêya vê peyvê ducanî, hemîle ye. |
|
04.06.2013 15:45 |
brusk56
|
2. bi peyvê heval re pir dihiljene. |
|
04.06.2013 16:13 |
tizbîkêş
|
3. kurdêkî/e nikare diranê xwe yên jor li li lêva jêr bide û lêv bike.nîşandayîna kurdîzanînê ya feyk/fake. |
|
04.06.2013 16:40 |
cekdar
|
4. Kovara ku berê bi malpera me wergerine.comê re hevpeyvînek çêkiribûn. hey gidî rojên berê.. |
|
05.06.2013 03:45 |
simurg56
|
6. wateya xwe di xwe de dihewîne, hem kurdî ye hem tirkî ye, ducanî ye, an jî ne kurdî ye ne tirkî, bi çi halî ye ne razî ye. |
|
05.06.2013 15:33 |
azadixwaz
|
7. bi çewtî ji dêvla peyva heval tê karanîn. vê xeletiyê herî pir şoreşgerên kurdînezan dikin. |
|
06.06.2013 02:00 |
parezer
|
8. ji heval re dibejin hewal lê ez nema guh didim ez nabejim tu xelete ji berku ne yeke ne du ne se ne deh ne sed bese law bese |
|
13.09.2013 18:01 |
devliken
|
9. Kurdên ku nû bi kurd û kurdistan dihesin, vê peyvê * wek nasnameya xwe davêjin holê, anku "ez jî welatparêz im lê haya min ji tiştekî tune"dibêjin dilorînin û min dibehecînin. |
|
25.09.2013 09:55 |
ceso
|
10. dema ku mirov li halê hev dipirse jî ev peyv tê bikar anîn. |
|
16.10.2013 17:55 |
gernasnenas
|
11. peyva ku xelet tê bikaranîn şûna 'heval' de.. |
|
16.10.2013 23:38 |
rexnegirêtagirtî
|
12. yek ji wan peyvên klîşezadeyên devrimciyan (ên ku li ber derê komele û saziyan wekî komîserên tasfiyeyê tevdigerin) e. di peyam û şîrevoyên xwe de dibêjin "hewal", dibêjin "şewbaş" hwd. |
|
17.10.2013 05:19 |
zero
|
13. hêwal bi tirkmancîya stenbolkî ya nûjen û ekolojîk e ku tirkmancî di heman demê de heftemîn zaravayê Kurdî ye û li gor nexşeya guherîna dengan kutana tîpa V helal e û dikare piştgirîya garanê bi modernîze û medenîbûnê bike. |
|
19.04.2014 00:38 |
jîndar
|
14. peyva ku li herêmeke colemergê de bi rastî jî bi vî hawî bi lêv dibe ye. dema min bîhist ku werr bi lêv dibe ez şaşo paşo bibûm. |
|
30.04.2015 01:08 |
berxweda
|
15. min îro kepsekî wiha dît di heqê peyva "hewal" de Here lînkê |
|
24.08.2015 16:52 |
ceso
|
16. Kurmanciya jêrîn da meena wê nûçe ye. Lê ya jorîn da ciwanên me yên zirtole û tolaz bikar tînin. Mixapin ev kêrnehatiyên bigû wekî her tiştî wateya peyvê rêx dikin. Belê rêx dikin!! Wek qelax rêxkirin bir hwd. Wek şewbaş, wek gewer. Belê ev peyva tenê jî dikare nîşanê me bide encama 30 salan kurdîstanê da çi qewimiye?. |
|
24.08.2015 17:26 |
qertewîn04
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |