1. Li gor min zimanê kurdî ber bi wendabûnê da diçe.Lewra mêzedikim devdorê min de zarokên xwîşk û birayan , cîranan hwd. hemû dest bi tirkî kirine û nizanin biaxivin. |
|
24.03.2019 22:38 ~2020.06.07 14:38 |
brzn
|
2. Her çiqas ber bi wendabûnê ve biçe jî her Roj li ser zimanê xebatên cihêreng çêdibin. Ziman bi çandê ve girêdayî ye. Heta ku em dikarin bibêjin ziman û çand yek in. Lê mixabin rastiyek jî heye ku axaftina bi kurdî bi gelemperî li bajaran kêmtir dibe û ji xwe kurdînivîs pir kêm in. Zimanê kurdî heta vê demê bi çandên devkî hatîye, niha jî berhemên bi kurdî dihên nivîsîn. Rewşa zimanê kurdî hem ber bi wendabûnê diçe hem jî ber bi asta cîhanê ve. Bawerîya min ew e ku wê kurdî bigihêje asta dinê. |
|
25.03.2019 00:43 ~08:45 |
hesinkar
|
3. Çend salan berê gava min malpera tirşikê wedikir google chrome ê digot translate it from malay. |
|
25.03.2019 09:38 |
cinorek
|
4. Analîzek rast e. kurdên li bakur û welatên din dijîn hêdî hêdî zimanê xwe ji bîr dikin. ji nivê zêdetir ê zarokên kurd ne dikarin kurdî biaxifin ne jî dikarin kurdî binivîsînin (gelemperî kurdan jixwe evî yekê nikarin). |
|
25.03.2019 10:52 |
xelîl
|
5. Zimanê tirşikê , gotar û nivîs ango gelemperî tişt bi kurmancî ne ji bo ku zaravê dimilkî xeterê da ye.Ne tenê zimanê tirşikê , hewldanek bo tiştên bi zimanê dimilkî tune ango em/ez nabînim.Carna zêdebûn baştir e.Ez bawer dikim hêjmara kurmancîaxiviyan weke dimilkîaxiviyan bû na wê demê dibe ku niha kurmancî tunebûya jî. |
|
29.02.2020 19:28 |
brzn
|
6. Li bakur Qelsbûnek berbiçav heye, Lêbelê kurdî heta îro gihîştibe dê ewqasî rihet jî winda Nebe. Wek mînak çend roj berê mamosteyekê dewletê xwe rezîl kir, ser twitterê got: "xwedêyo! êdî hew debar dikim, mirovên li vir tim bi kurdî qise dikin. Bila tayîna min derê cihekî din." |
|
16.04.2021 06:01 ~06:03 |
ezcan
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |