Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hevpeyvînên tirş
peyamên çepikkirî

105508. rêzehevpeyvînên bi nivîskarên tirşikê re ji hêla xewseriqi.blogspot.com'ê ve têne çêkirin.

ya ewil bi tirşikvanê qeşeng û jêhatî ferhenga şikestî re hatîye çêkirin. kerem'kin bixwînin:
hevpeyvîn tirş - 1 "ferhenga şikestî"
Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56

105622. hevpeyvînên tirş - 2 "biruya hayao miyazaki"

xewşeriqî hevpeyvîna duyem a tirş bi tirşikvanê jîr û rengîn û rûken û veşartî biruya hayao miyazaki re kir ji bo we xwînerên ezîz û dilsoz.

"Her wiha wekî kurdekî gay, bi du nasnameyên ji hev zehmettir, şert û mercên tehemûla mayînê li wan deran namîne, (...) Ez her tim di nav tirkan de bûm, kurdên li der û dora me jî tev tirkmanc bûn. Tirşik ji min re hewşekî tije kurdîaxêf dîyarî kir û belkî jê girîngtir bû dibistana min a kurdî. Çawa min dest bi nivîsandinê kir, xwendina min a kurdî jî pirttir bû."

keremkin, bixwînin: Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56

106108. hevpeyvînên tirş - 3 "endazer"

hevpeyvîna 3yem a xewşeriqî bi endazer re ye gelî cimaeta hazir a tirşika gewre. kerem'kin guhê xwe bidin endazer ka di derbarê tirşikê û xwe û kurdî de çi dibêje:

"têkiliya di navbera niviskar û xwendekaran de piçekî jî dişibe têkiliya axatî û xulamtiyê"

"Ez ferqeke berbiçav di navbera nivîskar û xwendekarên –nivîskarên tirşikê- Kurdî de nabînim. Ku tim ji hev ne qayîl in. Kêmasiyek hebe ya herdu aliyan e jî,"

pêlê bike û hemûyê bixwîne: Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56