Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mîşel mistoyan
peyamên çepikkirî

102802. stranbêjekî êzidî ye. tevlî pêşbaziya dengî ya Rûsyayê bûye, bi performansa xwe ya dawî bala gelek kesa kişand. navê stranê negrî û rabe êzdîxan e, strana negrî straneka gelêrî ye, mîşel hinekî guhertiye. performansa wî têra xwe baş e, dawîya stranê jûrî radibe ser piya, guhdar jî têra xwe çepika didin bo wî.

strana wî û gotinên stranê




serê çiya bi dûman e bavê minoo
birîn kûr e bê derman e berxê minoo
gelo çima em hewa ne negrî negrî
çi zeman e negrî negrî negrî
ev çi hal e negrî negrî negrî
gelo çima em hewa ne negrî negrî
çi zeman e negrî negrî negrî
ev çi hal e negrî negrî negrî

dîroka xwe ez pîr nakim em kurê êzîdîya ne
mala dijmin xirab dikim em wek şêran e
rabe rabe rÊzdîxan rabe
dest bidin destê hevdu da
welat we şa be
rabe rabe rabe Êzdîxan rabe
dest bidin destê hevdu da
welat we şa be

serê çiya bi dûman e bavê minoo
birîn kûr e bê derman e berxê minoo



07.06.2013 18:27 | brusk56

104612. dengê mîşel pir xweş e
mîşel bi kurdî distrê
lê mîşel ne kurd e
mîşel êzdî ye
zimanê êzdîyan kurdî ye
êzdî ne kurd in
kurd xelkê tanzanyayê ne
zimanê tanzanyayîyan kurdî ye
tanzanyayî ne kurd in
gulê bila here ser tûyan
fatê tu jî here dawetê
xweska simbêlên min eyn weke yê mêrikekî ezdî bûya
wê çaxê ez ê ji xwe re pê bifiriyama
simbêlên min tenik in
hingê him ez ne êzdî me him jî nikarim bifirim



03.06.2013 15:37 | simurg56