1. fêkiyek ji xwezayê ye. li çiyayan çêdibe û bihar û havînan tê berhevkirin. fêkiya wê ter e. mirov tûşalê wê diqeşîre û dixwe. tama wê avî û carina hinekî tirşik e. bi tirkî jê re yayla muzu tê gotin. dema ter û taze bin, mîna xiyar û qetikan, xwarina wan xweş e. |
|
14.05.2017 13:17 |
simurg56
|
2. Em ribas dibêjin. Tamê wî xweş e û ne bihaye jî. Di devokan de weke ribaz, rêbaz, rêwas, rêwas, rêvaz, ribêz, rimbêz jî tê bi lêv kirin. |
|
14.05.2017 14:01 |
rûbar
|
3. Em jê ra dibêjin ribês. ez zehv lê hez dikim. Tehma wê tirş e. Mizgîniyrke hatina biharê ye xweza dide me. |
|
14.05.2017 14:03 |
bûtîmar
|
4. Gava ne biha bû belku tam dema wî de ne biha ye. Ji ber ku zêde ye di dema derketina wî. Ev yek û nîv sale ez naxwim dibe ku bihaye vêga. |
|
14.05.2017 14:35 |
rûbar
|
5. li colemêrgê ji vê giyayê re hakkari muzu dihat gotin, min jî cara ewil li colemêrgê xwaribû, piştî çend wesf û pesnan min devê xwe lê da qasî tê pesndan ne xweş e meriv wek ku qayîşê bicû ha bicû |
|
15.05.2017 08:39 |
ferhenga şikestî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |