Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 82 peyam
awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار) - tirşik
awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار)
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Stranek hewramîzar e û strana evînê ye. awazê stran û dengê stranbêj gelek xweş e. Navê stranbêj şahîn telebanî ye û awazê stranê jî hunermend hiseyn elîzade danîye ger ez şaş nebim.

Di fîlmê nîwemang de ku fîlmê derhêner behmen qubadî ye cara yekem min bihîst û gelek xweşiya min lê hat. stranek zor ciwan û pejndar e.



Fîlmê nîwemang jî ez dibêjim teqez zûzika temaşa bikin. Fîlmek pir serkevtîye, bo behmen qubadî berdewamiya serkeftinê dixwazim û gelek spas dikim.

Peyvên stranê;

Hewramî;

awa hat vahar deştûkê rengîn
dillî 'alem şad, dillî min xemgîn

reng zerdî xezan xetay payîze
reng zerdî min dûrî azîze

pirsîm le çîmen qewmêl ew qebre kêye
fermûy qebrî Mecnun e, şeyday Leylê ye

___.---.___.---.___.---.___.---.___.

ئاوا هات وا هار دەشتوکێ ڕەنگین
دڵی عالەم شاد، دڵی من غەمگین

ڕەنگ زەردی خەزان خەتای پاییزە
رەنگ زەردی من دووری ئازیزە

پرسیم لە چیمەن قەومێل ئەو قەبرە كێیە
فەرمووی قەبری مەجنونە، شەیدای لەیلێیە

----.___.---.___.---.___.---.___.---.___.---.___.---.___.
Kurmancî;

Va hat bihar, deştekî rengîn
Dilê alem şad, dilê min xemgîn

Rengzeriya xezanê xeteya payîze
Rengzeriya min ji dûrîya ezîz e

Dipirsim li çîmen bêje ev gorrê kî ye
Got fermo gorrê Mecnûn e, şeydayê Leyla ye



18.10.2016 01:41 ~02:10 | rûbar

2. (bnr: asghar imanî ~ leyla)



19.10.2016 06:24 | rûbar

3. strana evînê ye. ji dengê tara mamedovayê jî dikarî guhdarî bikî. (spotify) Here lînkê



29.01.2023 03:00 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» aware
» hat p-11b

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr muzikstrn muzikstrnbj sinemadrhnr muzikstrn muzikstrnbj sinemadrhnr muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî