Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; şîrk
peyamên çepikkirî

93228. (bnr: mişrîk)



Tê wateya hevparî, şîrket.



Yek ji têgehên bingehîn ên îslamê ye; di quranê da ji devê loqman pêxemberî wek zilmek pirr mezin behs jê tê kirin. (bnr: loqman 13). Herwiha gunehek ku bexşandina wê tine ye. (Nisa 116)



Yên ku ji hukma xwedê re hevparî dikin mişrîk in. Wek yên ku baweriya xwe bi cubbelî , bi kerdoxan, bi apo yan siltanên osmanî, ebbasî û emewiyan anîne û pesna wana didin mişrîk in.



Divê ji bo fêm kirina mijarê em fêm bikin ku şîrk çawa çê dibe.

Xwedê gotî: (bnr: maide 17): yên ku gotine îsa kurê meryem xwedê ye kafir in.



Çima xwedê? Ma em wisa bibêjin wê rinditiya te xerab bibe? Her wiha heke em bibêjin mihemmed kurê evdilahî rebbê (efendiyê) kaînatê ye ma çi kêmasî bi te re hasil dibe? Ma tu ewqas çavnebar î?



Rastî ne ew e. Şîrk zilmek mezin e ku însan li xwe dike. Kristianiyan got îsa xwedê ye, kurê xwedê ye, yên ku îsa dîtin got "me xweda dîtiye û xweda wisa got" nifşên din got "me yên ku îsa(xwedê) ditine dîtin û wan wisa got" bi vî awayî dîn ji rê derdikeve û ruhbanî çêdibe gel ji koletiya xwedê derdikeve dibin koleyên ruhban û siltanan. Em vê zilmê di çaxa navîn de dibînin ku kristianan hev xwaribûn, em vê zilmê niha dibînin ku " qaşo misilman " hev dixwin. Herwiha (bnr: ali imran 80): ew emr nake ku hûn melek û pêxemberan ji xwe re bikin reb, piştî ku hûn bûn misilman ma ew emr dike ku hûn kufrê bikin.) Weki tê dîtin misilman ew kes e ku azad e, ji bilî quranê rêzika bingeh, ji bilî xwedè reb qebûl nakin.



Ji bo mişrîktî divê kesek bawermend bibe, yên xwedênenas, yên deîst nabin mişrîk.

Baweriya xwedê baweriya qanûnên wî ne, nexwe ew bawerî deizm e. Têkiliya dîn û politikayê(siyasetê) ji mêj ve heye ne tiştek nû ye. (bnr: secularism)







26.06.2013 22:46 | simurg56