1. malpereke çekan e.(komara çek ango çekya) tê de ekîpmanên kampê hene. li gorî biha/performansê malperekê gelek baş e. ku hûn bixwazin herin kampê û bixwazin ku ekîpmanên we baş/îdare bin divê hûn teqez seriyekî li vê malperê bixin. çend meh berê piştî lêkolînan min hin ekîpman(çentê piştê, kon, mat, balîf, tupê kampê, sandalet, şort, tîşort û hwd.) ji xwe re kirî û ji wan memnûn im. tê de ji bo jiyana rojane jî hin tişt hene, bihaya wan jî baş e. |
|
13.08.2016 14:26 ~14:26 |
mergehez
|
2. Mexazayên têde ekîpmanên her branşên sporê tê firotin. Di sala 1976 an de li Fransayê hatiye avakirin. Li dinyayê de nêzîkî 1.000 li Tirkiyê de 15 heb mexazayên wan hene. Her wiha li ser înternetê jî firotina wan heye. |
|
13.07.2017 20:42 ~20:46 |
mîr
|
3. fîrmaya ku nû hîn bûm ku navê wê ji spora dekatlonê tê. |
|
10.10.2018 23:22 |
simurg56
|
4. (bnr: derpiyên termal) |
|
11.10.2018 18:55 |
gulêê
|
5. Dikanek ta û derzî şujin morî lê tên firoşştin tarzek wanî cuda heye herdem û herçax eynî tişta difroşin eynî dikana xatiya xerivêye tiştên wan saxlem û bihaya wan jî meriv na kewîne min sêsal berê solek sitendibû ez hêjî dikim pê şûbeyek wan li (bnr: istanbul forum) yek jî li marmara forumê heye ne jibû vê mixazê be riya min bi herdû foruma nakebe ger hun dewlemend bin rojê kincek jixwekin yek lixwekin neçin wirda her cilekî an tiştekî wan pazdeh sal garantiya wî heye herwiha reklamkirina wan bi min ketiye |
|
11.10.2018 20:58 |
telebê hz mêdî
|
6. Cil, tişt û malzemeyên baş bi heqe buhaya xwe lê tên firotin. Yanî ne weke nike, adidas û filan û mêvan heqe marqaya xwe lê zêde dikin. Qedrê wî tiştî çawa be, buhaya wî ji ew e. |
|
29.12.2019 21:41 |
gumgumok
|
7. fîrmaya dikaneke wê jî li kurdistanê tune ye. tiştên difroşin baş in. lê ji ber em zêde sporê nakin tenê wextê lazim dibe ew tê bîra me. |
|
29.12.2019 22:45 |
berxweda
|
8. fîrmaya ku li kurdistanê tune ye. herî nêzik li edene û keyseriyê ye. |
|
30.12.2019 21:22 |
brusk56
|
9. firmaya ku ji aliyê qelîtê ve pir baş e, bi piranî cilên werzîşê difiroşin. heya niha danûstandike ku poşman bûme tune ye, xwezî hinekî bûhabûna wan jî baş bûye lê çi dara xweziya şîn nabe... |
|
01.12.2021 11:46 |
merwano
|
10. Kelûpelên û çekên ku ev sûk difiroşe pir qec in bes biha ne. Min berî aniha 3 salan seetek kiribû hîn jî li ser xwe ye hûn jî dixebite û gelek bedew e. Nexasim, buhaya wê lê hêja ye. |
|
02.12.2021 08:56 |
pîroz
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |