1. ji 2006a vir ve min dixwest temaşe bikim, lê belê piştî deh salê, îro bû qismet. tê bîra min li wê demê gelekî bala min kişandibû. ji ber ku derhêner mel gibson, li fîlmê serî heta dawî zimanê resen a mayayan bikaranîye. fîlm gelek xweş e û wek avê diherike, aksîyon ti carî nehatiye rawestandin. tundiya hoveberan bi aşkere hatiye rêdan ku bi pevçûn û revê re kelacan û coşî dide temaşevanan, meriv nikare bê girtina derekê xwe, berdewamî temaşeyê bike. dawiya fîlm gelekî surprîz bû. ne bi eşkere lê belê tê bibêjî qey mel gibson xwestiye bibêje ku "li amerîkaya başûr bi xwe hovîtiyek mezin hebû, heta ku mirinên ji nexweşî dibin, normala wira bû, ewrûpî tiştekî li ser wan zêde nekirin" ango wekî tiştên ewrûpî li ser xelkên amerîkayî kirine, normalîze kiriye. her wiha, temaşe bikin. gelekî serkeftî ye. |
|
24.04.2016 00:44 ~00:50 |
biruya hayao miyazaki
|
2. fîlma ku binnivîsa wê ya kurdî jî heye di beşa fîlman ya tirşikê de. hêvî heye tirşikvan bi kurdî temaşe bikin. |
|
24.04.2016 08:35 |
simurg56
|
3. fîlm du saet û deh deqe dikşîne.. di dawiya fîlmê da mîsyonerên Xaçperest tên û di wê sehneyê de Xaçperestan baştir û medenîtir nîşan dide.. meriv dikare li ser vê sehneyê rexneyên zexim bike.. lê di dawiyê de mirovên xwedî qebîleyan dîsa diçine xweza û daristanê.. yanî diçin ser eslê xwe.. lê li ber zena min, mel Gibson eva jî ji bo ku rexneyan kêm ke lewma kiriye.. |
|
28.09.2018 11:25 |
bûtîmar
|
4. "wextek qebîleyek hebû, aztek, ew bawer dikirin ku gerdûn bi darê zorê hatiye afirandin. her sal dema sersal pîroz dikirin ewan dilê yekî derdixistin û pêşkêşê xwedayên xwe dikirin. pê bawer bûn ku eger ev ayina qurbanan pêk neyê wê tav (roj) ji asimanê bikeve xwarê û dawiya dinyayê were. paşê jî îspanyol hatin." |
|
28.09.2018 12:28 |
xelîl
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |