117889. Fîlmekî ku piştî şerê Sûrîyê, xisûsî piştî Şerê Kobanê, ki aliyê Kurdan be bêhtir hatiye naskirin. Behsa şerê stalîngradê dike. Şerekî zehf dijwar û dîrokî ye. |
|
27.10.2013 15:55 |
simurg56
|
122361. di salên pêşîn a zanîngehê de min û hevalên min serstalînist, me çend hefteyan her înî şeva sînemayê li dar xistibû. hefteya sêyem de min vê dijminê li ber derî pêşniyaz kiribû lê belê ji ber wê em ketibûn qirikên hevûdin. tenê yek ji wan berê temaşe kiribû. yên mayî ji kovarên xwe hîn bûbûn ka di vê fîlmê de çi çawa tê vegotin. bi ya wan josef stalin û biryarên wî û sepandina wan di fîlmê de wekî propagandreşî hatine bikaranîn û ji ber wê jî wan nedixwest temaşe bikin. bi ya wan tiştenên wiha yên ku xerab in, hewce nake ku ji herkesî ve werin temaşekirin, xwendin hwd. bi saetan li ser sînemayê, hunerê û estetîkê peyîvîbûm. lê qanih nebûbûn û wê şevê me dev ji şeva sînemayê berdibûn. ji xwe çend sebebên min hene ku divê ez ji serhişkan dûr bim, ev sebeba "hunerî" jî tevlî wan sebeban bûbû. lê çima ye, nizanim, heta îro min carekê din nexwest temaşe bikim. ji ber ku fîlm serhişkiyê dianî hişê min. lê madem hatiye kurdîkirin, min got de rabe temaşe bike. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|