1. Awayeke derman kirinê ye. Zarokên nû xwedê dayî ji ber ku kezeba wan hê tam kamil nebuye nikare hemu bîlîrubîna di xwînê de biguherîne û ji ber wê zerekî dibin. Dema ku ev bîlîrubîn zêde bibe û êdî guman hebe ku zirarê bide mêjî, mesela, ev tedawî tê bikar anîn û bi riya vê ronahiyÊ bîlîrubîna di çermde tê guherandin û tê kêm kirin. |
|
27.08.2015 00:12 ~00:14 |
azadixwaz
|
2. Gelek cureyên makîne an jî sîstem wan derketine ku li malê jî heman karî bikin. Nizanim bê tuyê tên pêşniyar kirin hene an na lê ji ber sîstem hêsan e li malê jî dibe bê çêkirin. ronîya şîn( ji ber frekansa wê) û bi hîn tiştên lazim in. |
|
27.11.2019 00:37 |
berxweda
|
3. Pitikên ku zerikî bûne bi fototerapî tedawî dikin. Fototerapî bi şaşî hatî dîtin. Rojek li nexweşxanê çend pitikên zerikî hebûn e. Ji wan pitikan ê ku nêzî pencerê bû yî û li ber tavê gelek mayî, zerbûna wî ji yê din kêmtir bû û bîlîrûbîn jî kêm bûbû, ketibû navbera referansê. bijîşk bi şaşî vî tiştî kişf dike û bi fototerapî tedawî destpê dike. |
|
27.11.2019 12:54 ~12:56 |
apê mihyedîn
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |