Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 27 peyam
di êzîdîtiyê de şeytan tune - tirşik
di êzîdîtiyê de şeytan tune

Navê mijarê ya ewil ev bû:di êzîdîtiyê de şeytên tune
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Êzîdîtî ne dînek dualîste wek zerdeştî û îslam .... lê monîste. ji ber vê fi êzdîtî de şeytên tune, tenê xwedê heye.



23.06.2015 18:26 | hola êzîda

2. Şeytên he ye lê serê xwe ber insanan da netewandiye lewma pîroz e.gotina şeytên jî vî olîda qedexe ye.



23.06.2015 19:19 | ronahî

3. di êzîdîtiyê de şeytên tune. Melekê Tawis melekeke, nê şeytên e. lê em dizanin kurd wê heta heta yê bêjin şeytanperest û eger nebêjin jî ew ê bifikrin. ev fikrên wan ji bav û kalên wan tê, ji kûraya dîroka wan tê. bila ew wisa bimînin, ew ne pirsgirêke. pirsgirêk ew êzîdîyên bêhiş û xwefiroşin, yê xwe kurd dibînin.



23.06.2015 20:19 | hola êzîda

4. (bnr: êzîdîtî çavkaniya zanistê ye)



23.06.2015 22:08 | simurg56

5. madem di êzîdîtiyê de şeytan tune gelo çima misilman Gava naleta xwe li şeytan tînin êzîdî xwe bilind dikin li erdê dixin.



23.06.2015 23:41 ~2015.06.24 11:57 | ceso

6. êzîdîyên kevneşopî aciz dibin gava navê Şeytên dibihîzen, bêyî girêdana kontekstekê de. yanî eger yek bêje "Şeytên li me hemuyan pîroz be", dê êzîdî dîsa aciz bibin.



24.06.2015 01:08 | hola êzîda

7. oleke kurdan ku ji aliyê misilmanan ve gelek zulm û tehdeyî dîtiye. Mixabin ku tevliheviyeke berçav diqewime gava ku ol û netewe tev li hev dibin. Ew kesê zulm û tehde li êzîdiyan kiriye, neteweya wî çi be û çawa be, ne bi wê nasnameyê û ne ji ber wê nasnameyê ew zulm li êzîdiyan kiriye lê ji ber ku misilman e ew tişt kirine anku bi nasnameya xwe ya îslamî zulm kiriye ne ya kurdî.

(Nalet li Şeytanî were) êzîdiyan ne ji ber ku baweriya wan bi şeytanî tê aciz dike lê ji ber ku nîşan dide ku hûn wan wek tiştekî nebaş dibînin, aciz dikin.

MÎNAK: gava çend kes ji we li gel ku ne pkkyî be jî, ji çêr û dijûnên tirkan yên bo apo aciz bûne?texmînen gelek kes, ji ber li wir dizane ku heqaret li kurdayetiyê dibe.



24.06.2015 11:20 | dijber

8. di ezîdîtîyêda şeytan heye lê ne bi awê ku di îslamêda ezîdî şeytan dihewînin ew jî pirî başin efû û bi rehmin şeytan jî efû kirine dibêjin ti sucê şeytanê reben tûne û filan û bivan werhasil ezîdîtî ji olekîye şeytan hebe tunebe jî ne ecêbe.



24.06.2015 21:12 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [3]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeytanok
» tunebûna reseniya sînemaya tirkan

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî