Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hola êzîda
peyamên çepikkirî

70374. nivîskarê dibe navê xwe şaş nivîsandibe rastîya wî ola êzîdîya be dibe jî kêfî jî wisa nivîsandibe werhasil bi xêr hatîye.



27.10.2013 00:18 | endazer

70563. nivîskarê ew ronahî, hogir elegez, aynştayn, simurg56 û çendhebê din jî hene navê wan nate biramin li gorî formatê na nivîsînin tu dibê qey hatine malpareka chatê ez cardin we nebînim ez bibînim ezê berê entryê we jê bibim paşê we girêdim çend dara li wexim û dawîya dawî ezê we sürgün bikim allah wekîl min acis nekin zû herin formata tirşikê bi xweynin.



27.10.2013 00:18 | endazer

70885. bi rastî jî nivîskare yan trolle, kî ye, heye yan tuneye, kurd e yan na, heta êzidî ye yan na nizanim... ez ji xwe gelek caran misilmaniyê rexne dikim, rexneyên min xweşa gelek kesan jî naçe, heta ji ber rexneyên min hêrsa gelek kesan tê û heqeretan jî ji min dikin. yanê parastina misilmaniyê ji min re nemaye. lê heya niha min kesek nedît ku wek vî nivîskarî rexneyên bê manê û ya girîngtir jî rexneyên nelazim dike.



daxwazeke min jê re heye û ger qabûl bike ezê pir kêfxweş bim. xuyaye ku rexneyên te yên li hember misilmaniyê yê berdewam bike. çend peyamên wî de jî min dît ku pkkê diparêze. ji kerema xwe re êdî pkkê jî neparêze. kesên ku wek te dema ku pkkê diparêzin û vedigerin misilmaniyê rexne dikin, tenê dibin sedema reşbûna pkkê. yanê dema ku civat kesên ku wek te dibînin, dibêjin "lê binêre, hemû pkkyî wisa ne". bavo temam misilmaniyê rexne dikî bike, qet nebe di şexsê xwe de pkkyîyan reş neke...



08.06.2013 00:32 | simurg56

71506. baş e qenc e lê zêde zêde zorê dide entryan yanê gelek entryên camêr ji eyar ketî ne, ne bo dêrê ne jî bo mizgeftê ne, bêhna trollî jê tê lê bila xwudê bi xêr ke*



08.06.2013 14:50 | simurg56

71679. nivîskarê ku hol hola wî ye, de lêxe hola êzîda. lê hinekî rehet, sakîn, aram.



07.06.2013 18:27 | brusk56

71988. nivîskarê carna bi peyamê xweyî bi meriv dikene û silava xwedê ji meriv kêm nake xwedê pêxember jê razî.

nivîskarek ecêbe ez di derbarê wîde ketime gumana ez dibêm kurdekî bakure û berê dibe di tirşikêda nivîsandibe.

xweyê vê peyama tirkîye

"neyse, ev mesele gelekî kûr e, felsefeyek zor e. ancax meriv misilman be ku fam bike."



27.10.2013 00:18 | endazer

72911. hêrsa çi halê çi? û reva çi halê çi?

birê min tu meseleyê manîpule dikî, gelek kêfa min ji êzîdiyan têt, ji ber ku kurdên resen in ango wek kurd mane, mi di entrya xwe ya ewil de jî û ya duyê de jî bo hatina te kêfxweşbûna xwr bi lêv kiribû û xweşhal im bi hebûna êzîdiyekî ya di tirşikê de lê meseleya min tiştekî din e.

her çiqas hesasiyetên te û yên êzîdiyan hebin jî ewqas jî yên misilmanên kurd hene lewma jî gotinên te wan tund dike, tiştê ku tu aniha dikî fîtne û fesadî ye, tu tim heqeretan dikî jiyana wan didarizînî û wek min cara berê gotibû ezê cardî bêjim ez kurdekî sekuler im, kiryarên misilmanan û tevgerên spastîk yên misilmanan ne xema min in, tu dev diavêje baweriya wan û piçûk dixînî, problem ev e.

ha were li vir heta ji te têt qal û behsa ezidiyatiyê bike, behsa çanda wan bike, rastî û şaşiyên wan vebêje, qala rabûn û rûniştin û edetên wan bike bila bejn li me dirêj be

wek gotina dawî, bo min ya girîng kurdbûn e, yên dî teferuat in



08.06.2013 14:50 | simurg56

88668. nivîskarê ku hê ferqên di navbera olan û neteweyan de nizane ye. (bnr:/88594)

xuyaye ku ew jî nexweşiya hin elewiyên ku elewîtiyê wek neteweyekî dibînin ketiye. tawusî melek şîfayê bide înşellah*



08.06.2013 00:32 | simurg56