Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 52 peyam
old holborn - tirşik
old holborn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tutûna ku ne wekî golden virginia be jî dîsa jî xweş e.. bêhna meya sor jê tê.. rêngê wî jî gorî tutûnên din hinek tarî ye..



27.04.2015 23:43 ~23:43 | rûbar payîz

2. Tûtina îngîlîstanê ye ku ji tûtinên din ên ambalajkirî xweştir e. Bêhna wê jî xweş e. Li gorî hinekan bêhna zeytê jê tê, lê ya rast bêhna şerabê jê tê lew tûtinê dixin nav şerabê.

Wexta ku meriv hesabekî bike, dê fêhm bike ku ji hemû cixareyên tekelê aborîyîtir e Û jixwe tahma wê ji hemûyan xweştir.

Bihaya pakêteke wê di navbera 16 - 20 lîreyî de diguhere. Em bêjin 20 lîreyî ye. Ji her pakêtê nêzîkî 60 cixare derdikevin. Yanî 3 pakêt cixareyên tekelê. Bihaya her pakêtê tê 6.8 lîreyî. Cixareyên tekelê yên ku dikarin bên kişandin herî kêm 7 lîreyî ye.

welhasil old holborn in tekel out..



28.04.2015 01:39 | mergehez

3. nizam çi pê hatiye lê ev nêzî mehekê ye pakêtên wê yên zer li piyasayê tune. çend roj berê bi xwe bawer li duty freeyê çûm beşa tûtinan, min got ew hemû tûtinên li dikanan tên firotin ji vir tên, lê min çi dît li wir jî tune bû. min hinekî dua kir li ser ruhê wê paşê min dît ku pakêta şîn heye. heta niha min ji xêndî pakêta wê ya zer tu versiyonên wê nekişandibû loma min pakêtek a şîn girt. xwezî min negirta xwezî ew meraq di dil de bibûya cincoq li wir bima. tama wê gelek giran e. bi zorê min cixarak qedand. pêşniyara min ew e ku hûn nikaribin drum bikişînin qet vê malmîrata şîn nekirin, heyfa perê ku hûn ê bidinê..

edît: ji bo niha fiyetê wê binivîsim. niha di piyasayê de bi 30 lîreyî tê firotin. weke min di peyama beriya vê peyamê de jî nivîsîbû nêzî 3 pakêt cixwarê jê derdikeve. yanî her pakêtek tê 10 lîreyî. yanî ha te camel kirî ha te ev tûtin kirî. Naaaaaa ne werê ye, pakêtên tekelê ji bo tûtinkêşan rojekê filan encax îdare dikin lê dema tûtin dikişînî dikarî 20 cixaran di du rojan de jî bikişînî. mesele têrêkirina cixarê ye.



25.05.2017 00:21 ~00:25 | mergehez

4. hîn jî tûtina min a favorî ye. li swîsrêyê tama wê cudatir e lewma her bêriya tama versiyina wê ya free dutyyê dikim. çend kîlometre dûrî min Elmanya û Fransa ye lê ji ber nebûna nasnameyê nikarim hema derbasî wir bibim û ji xwe re versîyona free dutyyê bikirim. ku kesek bê van doran, nabe ku pakêtek old Holborn ji bîr bike û bê! Hay jê hebin!



30.11.2019 23:43 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
belki ev jî bala te bikişînin
» oldar

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî