1. li rojhilatê kurdistanê li gundê balekan ê ser bi urmiye ji dayîk bû û perwerdeyiya xwe jî li rojhilatê kurdistanê bi dawî kir..paşê beşa endezyariya kombersê ya li zaningeha zahîdanê bi dest xist.. piştî demekê ji ber hinek sedemên siyasî ji zaningehê hat dûrxistin û dest bi karê rojnamevaniyê kir.. di serî de edîtoriya azadiya welat, kovara mîzahî 'pîne', ajansa nuçeyan a dîcle diha û senatoriya enstîtûya kurdî ya stenbolê kir.. demekê jî xwedî û edîtorê malpera mîzahî ya bi navê qijik.com bû.. wekî din di radyoya dengê mezopotamya, medya tv, roj tv û stêrk tv de xebata rojnamegeriyê domand.. niha jî nivîskarê rojnameya rojane ya kurdî azadiya welat e.. |
|
27.04.2015 15:54 ~16:16 |
rûbar payîz
|
2. Min camêro di rojnama azadiya welat de naskir,nivîsên wî gelek bala min kişand,pirayî li ser rojevê bi penûsekî mîzahî kulê xwe derdikir. |
|
27.04.2015 21:23 |
newenda
|
3. li ser twitterê ji kurdî bêtir bi tirkî dinivîse, bi xwudê ez şûna tdkê (saziya zimên a tirk) de bûma min ê plaket dabûya pkkê û saziyên pkkê ji bo têkarî û alîkariyên wê yên ji bo zimanê tirkî.. heta ji komîteya amadekar ya olîmpiyatên zimanê tirkî re bêjin bila êdî ji qendîl û ewropayê jî çend alîgirên pkkê yên di nav pkkê de elimîne tirkî vexwînin ji bo olîmpiyatan.. |
|
27.04.2015 22:40 |
endazer
|
4. li ser nexweşiya di navbera pkk û pdk-i de wêneyekê sekreterê kevn ê pdk-i, mistefa hicrî ku li plajekî xwe daye ber tavê parve kiriye û bi ser de jî wiha nivîsandiye; |
|
24.05.2015 02:34 |
endazer
|
5. Bi bayê twitterê dikeve û tweetên bêwate dişînen weke zarokan. |
|
25.07.2015 21:47 |
brusk56
|
6. Xwedî axaftina dirêj û aqilê sivik. |
|
25.07.2015 23:33 |
hola êzîda
|
7. çi heyf ku di nav kurdên rojhilat de bênamusên inçenîn jî derdikevin. |
|
03.11.2015 21:28 |
kaşanî
|
8. (bnr: kesên ne hêja ne ku mirov li ser wan binivîse) |
|
03.11.2015 21:36 |
dijber
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |