Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; roja zimanê zikmakî
peyamên çepikkirî

27017. Zimanên beyanî çek û kincên me ne,

Lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye.

/Celadet Elî Bedirxan/



07.06.2013 09:13 | simurg56

59460. nivîsa jêr a Selahedîn Çelîk li ser 21ê sibatê ye ku bi ya min divê bê xwendin.

Here lînkê



ev jî ji min:

Here lînkê



06.06.2013 16:08 | endazer

59511. ziman vegotina fikr û ramanan e. ziman hevcedariyeke têkiliyê ye. zimanê zikmakî çanda gelan e. bi xwe de dîrok, wêje û jiyana gelan dihevine. zimanê zikmakî, zimanê dayik û bav û kalan e. roja navneteweyî ya zimanê zikmakî her sal 21ê sibatê tê pîrozkirin. Ev roj, di 1999 de ji aliyê unescoyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin.



Armancên vê rojê ev in:



- Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.

- Bilindkirina famdariya ji bo civakeka pirçandî.

- Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng.



hin kes dikevin tatêlê ku çima rojeke wisa dîroka 21ê sibatê tê pîroz kirin. ha ji we re bersiva wî:



Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kirin. Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin. Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin. Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin. Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdû û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand. Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî.



''Zimanê zikmakî çermê min e, zimanên din kincên min in.'' (celadet elî bedirxan)



Here lînkê



29.06.2013 12:10 | simurg56

144196. Roja ku gelek kes û saziyên Kurd hebûna zimanê xwe bi bîr tînin. Bi taybetî ji bo îro dê li ser Twitterê gelek tweet hebin. Em jî dikarin ji bo îro li ser medyaya civakî kampanyaya danasîna Tirşikê bidin destpêkirin.



01.06.2013 01:27 | simurg56