24323. siyasetmedar e, lêkolîner e, nivîskar e, dîrokzan e, nîqaşker e û 'şehîr çoçuxî'ye (gedê bajêr*) xweş û resen dipeyive gava ku bi tirkî dipeyive- jixwe tim bi tirkî dipeyive- dikare hemû kurdên ku piçikek jî kurdbûn têde hebe bike li bin bandora xwe bêriya ku bibe parlamenter jixwe dihat nasîn her gav derdiket bernameyên siyasiyê û niqaşên xwe piçikek bi profesyonel piçikek jî devokî yanî bi awayekî zimanê xelk dipeyivî û qerrase dikirin kesên ku di dijî wî neyartiyê kurdan dikin de ji ber vê yekê kêfa miletê jê re dihat heta li vir pirsgirêk tune ye lê çareseriya ku ew difikire ne çareseriyeke kurdistanî ye ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya bi navê pirsgirêka kurd xwendibû jixwe pirrî tiştên wî ne li gorî min bû ne jî li gorî berjewendiya kurdistanê bû bi çavekî umetxwaz û capîtalîst nêzê pirsgirêkê dibûn wek mînak di cihekî de gotibû 'di vê sedsalê de êdî girîngiya fransizî jî hama bibêje nemaye di hemberê îngîlîzî de têk diçe dem dema entegrasyon û globalîzmê ye lewma zimanê kurdî pirr girîng nîn e êdî gava ku bi zimanê zikmakî perwerdehî bên dayîn jî ji bo ku kurd jî ji dinê îzole nebin divê tirkî jî her dem bizanibin' sedî sed nayê bîra min lê kêm zêde wisa digotin.. yanî camêr dixwaze bibêje çi? dibêje ku kurdiya xwe jî hîn bibin lê zimanê we yê entelektuelî bila her tim bi tirkî be her gav di bin siya tirkiyê de bêhna xwe bidin.. na loo!!! hadê em bibêjin ku globalîzm heye û zimanekî bi tena serê xwe besî kes û civatê nake, wê demê çima bi tirkî? wê demê ez jî herim îngîlîzî hîn bibim qene mineta me ji hev tune ye.. girîngbûna zimên, girêdayî zimên nîn e. ew neteweya ku ji xwe re zimanekî bijartiye çi qas bi pêş be zimanê wê jî ewqas girîng dibe di rojhilata navîn de kurd çiqas bi pêş bikevin ziman jî ewqas bi pêş dikeve û girîng dibe belkî ji we re piçikek xeyalî were lê eger ku ez nikaribim xwe ji globalîzmê îzole bikim ez ê ji nava globalîzmê re bi rengê xwe hewl bidim ku giraniya xwe jî pê re bibim ne wek xulam û ne jî ji neçariya xwe razî! |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
63838. (bnr: altan tan bahane deng nedan şahane) |
|
08.06.2013 00:32 |
simurg56
|
63926. jiber ku êdî hdp ya tirkiyê girêdayî çi dozên kurdî nîn e,bi tenê kes girîng in di wê partiyê de.altan tan jî yek ji wan kesan bû ku ji bo hdpê pîçek jî bît kurdînî lê zêde dikir.anko çûyîna wi dê ji bo hdp ê bibît kêmbûna re'yan.welhasilê kelam piştî ewqas îttîfaqa hdpê bi xwe ve rît. |
|
28.06.2013 23:52 |
simurg56
|
63959. kesên ku di hefteyê de 7 roj û di rojê de 24 seatan qal û behsa demokrasî û pirhêlî û pirdengiyê dikin û serokên partiyên dî ên tirkan bi despotîzmê sucdar dikin, ji rexne, gotin û dijberiya altan tanî eciz bûne.. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|