1. testa ku ji bo hemû peyvan nikare were sepandin lê carina rast dixebite. |
|
02.01.2015 21:27 |
simurg56
|
2. testa ku ji her peyva kurdî re ne serkeftî ye. |
|
02.01.2015 21:39 |
berxweda
|
3. ji bo zimanên ku mîna tirkî, hebûna wan li ser lêkeran in, kontroleke dibe ku neqelîte be jî pêkan e bê çêkirin. lê xuyaye ku ji bo zimanên hînd-ewrûpa derfeta wê tune ye. ji ber ku ev zimanan, mîna kurdî, hebûna xwe ne li ser lêkeran li ser navan avadikin. wekî mînak, berê navên tiştan îcad dikin, piştî jî lêkera ew têgehê/tiştê, eger pêwist be, derdixin holê. her çiqas hevberkîkirina zimanên kevn ên hînd-ewrupa li ser lêkeran bên kirin jî ev helwesteke derketina zimanên din in jî. ango helvesteke awarte ye. (ji xwe zimannasan nizanin ku di nav zimên de berê nav derketine yan lêker.) |
|
02.01.2015 22:02 |
biruya hayao miyazaki
|
4. Testa tu ewlehî nedaye mi ji ber ku hemu peyv nikarin bibin lêker jî. Weke mînak kevir an kuç, tu bixwazî jî tu nikarî lêkerekê jê çêkî, lê ne ku ne kurdî ye ji ber ku ne pêwîst e. |
|
02.01.2015 23:59 |
azadixwaz
|
5. testeke baş nekeliyaye ye. min jî demeke testeke wiha anîbû pê xwe bi xwe. armanca me nêzî hev e lê a min hinek çiyawaz e. |
|
03.01.2015 01:26 |
kurê xelkê
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |