Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
adenoma paratîroîdê - tirşik
adenoma paratîroîdê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mîna mêşan, biçûk e lê dilê mirov diqeqilîne *



piranî ji 1 cmyê biçûktir in. min heta niha kêm caran ji 1 cmê mezintir dîtiye. ev adenom ji raçînka paratîroîdê çêdibe ku li gewriya mirov 4 heb ji van heye. ev adenom ji raçînka normal ya paratîroîdê gelek zêdetir û bêhewce dixebite û loma di xwîna mirov de asta hormona paratîroîdê gelek bilind dibe.

weke encama wê jî, hestiyên nexweş dihelîn, lawaz dibin û xwaromaro didin, li gurçîkan kevir peyda dibin û dibin sedema nexebitîna wê, wendakirina kîloyan, acizî, xerabûna ahenga mensê, lawazbûna masûlkeyan, fitiq, tenikbûna çermê û porên li ser û hwd. bi kurtasî semptomên hîperparatîroîdîzmê...



ger rewş wisa xerab be, pêwist e ev adenom bi emeliyatê were derxistin (paratîroîdektomî)

berî emeliyatê sîntîgrafî dikare were kişandin ji bo tespîtkirina cihê wê, da ku gi emeliyatê de bi hêsanî were dîtin. emeliyatek pîs e. ji ber ku carinan -weke tirkan gotiye- heçko mirov di nav kayê de li derziyek bigere.



21.11.2014 20:53 | simurg56

2. Gelek caran sedem yek ji çaran e. heke zêde bişixule dermanê wê derxistina wê nodula ye. Dema biryar bê dayîn ku hemû parçe werin derxistin wê demê hemû parçe ji bedena mirovî tê derxistin. Girîngiya vê hormonê ew e ku bêyî wê jiyan naserife.. Ji ber vê sedema girîng piştî derxistina parçeyên paratîroîdê nîvyeka wan dixin nav kejiyan.



21.11.2014 22:59 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [2]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
belki ev jî bala te bikişînin
» adenoma paratîroîdê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî