Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; qedrî yildirim
peyamên çepikkirî

52113. rîspiyê akademiya kurdî ye.

berê ji ber ku nedihêlişt cemaet bi hêsanî destê xwe li nav kurdolojiya artukluyê bigerîne, bibû reşê cemaetê, herwiha hikûmeta akpê jî jê hez dikir ji ber ku yekî welatparêz bû, axirê li gorî nûçeyan îro bi tohmeta gendeliyê hatiye binçavkirin, kes nikare bibe wekîlê tu kesî helbet, lê ez bawer nakim mamoste qedrî destê xwe yê pik û paqij bi toz û gemara dinyayê reş kiribe, eger çavê wî pere û menfîeta dinyayê bûya niha wekê gelekan ewî jî di nav hewzê pereyan de avjenî dikir.



29.06.2013 11:28 | simurg56

91324. hevalên din, mînaka yildirim a rojî negirtina hdp-iyan daye û wekî wan jî gotiye, "ma keko tu zarok î, ji ber peyvên wekîlan a desthilatdar ber xwe dikevî!". lê di wê axaftina wî de bi ya min girîngtirîn mijarek din hebû: piştgiriya hdp bo lgbtî+yan û tawanbarkirina wî ya neheq! bi tevî sucdarkirina polîtîkayên sekuler.



ez ji jidayîkbûnê ve yek ji ferdên lgbtî+/kuîr im û kurdbûn û misilmanî jî tê de, nasnameyên min çeşîtdar in û nêrîna min a têkiliya polîtîka û dînê jî bi kurtasî di bin sernava "laîktî" de şeklê xwe digre. sedemên wê gelek in û ne hewcî ye jî ez li bin vira qala wan bikim.



bêguman mafên altan tan û yildirim jî heye: partiya desthilatdar ji hêla dînê ve hin dengên gelê me jî distîne û polîtîkayên hdpyê yên ku ne qala dînê ne, dikin malzemeyên gotinên xwe û li ser vê jî derew û îftira jî tê de bi gelek riyan îmaja partiyê xira dike yan jî dixwaze xira bike.



encamên serkeftinê ya propagandayên wan ên a dînê çawa ye nizanim û ji aliyê hdp ve ihtimala serkeftinên van propagandayan ji wê her tim hebe. lê pirsgirêk ne tenê bûn û nebûna vê ihtimalê ye, pirsgirêk li hemberî vê propagandaya reş divêt hdp çawa tev bide.



li gorî altan tan û kadri yildirim divêt hdp wekî akp "dînê bike malzemeya polîtîkayê" û ev ji bo defkirina propagandayên akp divêt. (heta kengî divêt? bersiva viya tune ye, em dizanin ku dema li polîtîkayê tavîzek ji dînê re bête dayîn, vegerîn û poşmaniya vaya tune ye.)



lê pirsgirêkê din ev e: hdp ne alternatîfa akp ye. akp carinan neteweparêz, her daîm kevneperst û her tim kapîtalîst û nizanim çi ye. hdp ji bo gelê kurd û kesên sekuler ên tirkiye alternatîf e, ji serî ve vaya beyan kiriye. altan tan û kadri yildirim çun li ser wê beyanatê îmze kir. dibe ku nêzî xêza chp be, lê belê ji ber nêrîna dînê ve ji kevneşopiya chp-yê gelek dûr û cuda ye û bi serê xwe piştevaniya dîndaran dike. namzet û wekîlên hdp delîla vê tiştê ye.



heger em bibêjin ji ber akp, hdp dînê bikarbîne, gelek kurdên xarpêt û erzirom û meletî û hwd jî dengê xwe didin mhp. madem hdp bi xwe ne tu tiştekî ye û li gorî polîtîkayên partiyên din hevîra xwe distirê, ha ji we re: "kurdên misilman"ên altan tan û kadri yildirim çawa dengên xwe nadin hdp, xelkên van bajaran jî ji ber wê nadin!



a rastî van mêrxasan hinekî zû rabûn li ser nigan û ji bo lêdana sekuleran pir zû derketin neçirê. ka werin em bênderên kevin bi ba bikin:



hun ne bi tenê saya kurdan re bûn wekîl, para kesên sekuler dibe ku qîmettir be: li gorî vê qanûna hilbijartinê, partiya te dixwaze % 9 deng bistîne tu nikare têkeve parlementoyê. herkes dizane ku partiyên kurdan wekî bdp, tevî dengên dibirin, ji bo têketinê ne bes bû. lê ji ber gotinên sekuler a hdp, bendav du cara hat şkênandin.



tew yildirim rabuye wekilên hdp yên "sekuler" rexne dike û hişyar dike: kurdên misilman we hilbijart û hay ji xwe hebin! tew lê lê gulê..



a xirab ev in ku heger wanî bidome, di hilbijartina ber me de hdp wê li bin bendavê bimîne. ev ne kahinî ye. her in poşmaniyên "sekuleran" li bin malper û forum û qizzulqurtan bixwînin.



edît: hefteya çûyî, li cumhuriyetê di rûpela pêşîn nûçeyek hatibû weşandin. digot: wê akp-ya kurdî bête avakirin. xuya ye, altan tan û kadri yildirim ji ber vê xwe avêtin hortê. lê ez gelek meraq dikim, huda kaya li van gotinên "kurdên misilman" çi difikire?



/14322



06.06.2013 16:08 | endazer

128746. duh hatibû ragihandin ku rewşa wî ber bi başîyê va diçe



26.10.2013 23:54 | endazer

131963. min bi homofobiya wî ew naskiribû. dîsa jî rehma xwedê lê be, li ser kurdî xebitiye. tu berhemên wî neketiye destên min heta niha, nikarim şîrove bikim. lê belê şêwirmendiya wî ya bo teza "DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ" ez heyirandibûm. hewqas dûrî zanistê bû. (heke ne derew be, di nêz de weşanxaneya nûbiharê ev tez çap kiribû.)

meseleyeke din:
de min sersaxiyên tirkî fêm kirin ku kadri yildirim bi kar tînin. îja ev çi bobelat e ku kurdînivîsên tîwîtator di nav nivîsên xwe de "kadrî yildirim" dinivîsînin... min ev pirsî û hatim tirşikê û rastiya tirşikê jî dît. ma ne divêt:

(bnr: qedrî yildirim)?

rehmetî kurd e, li ser kurdî xebitiye... lê nizanim gelo ew tercîha wî bi xwe ye ya na. heke wiha be ez ê hurmetê bidim.



06.06.2013 16:08 | endazer