Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 23 peyam
splenektomî - tirşik
splenektomî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. operasyona derxistina pişikê ye ((bnr: fatreşk)).

bi du awayan dikare were kirin: emeliyata vekirî û ya girtî ((bnr: laparaskopîk)). ger laparaskoîk were kirin, wê demê di derxistina pişikê de, divê pişik were parçe parçekirin ku bikare ji qulên biçûk yên trokaran derkeve der.



gelek sedem hene ku dibin sedema pêdiviya vê emeliyatê. weke mînak;



- laserasyona pişikê (travma)

- gelek nexweşiyên hematolojîk (hemolîtîk anemî, heredîter sferosîtoz, losemî û lenfoma, itp (îdiyopatîk trombostopenîk purpura), ttp, (trombotîk trombosîtîk purpura) û hwd.)

- kîstên pişikê (kîst hîdatîk û hwd.)

- apseyên pişikê

- tumorên pişikê (hemanjiyom, hemartom, lenfoma, tumorên metastatîk...)

- nexweşiyên demarên wê (tromboza splenîk venê, anevrîzmaya splenîk arterê)



piştî vê emeliyatê laşê mirov ji bo enfeksiyonên bakteriyên bikapsûl, hinekî bêparastin dimîne. loma heye ku ji ber enfeksiyona van bakteriyan bikeve sepsîsê û bimire. ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, berî emeliyatê an jî piştî emeliyatê di demek kurt de divê nexweş derziya ji bo parastina van bakteriyan (pnomokok, hemofilus influenza tip b, menîngokok)



07.11.2014 23:00 | simurg56

2. dema vê operasyonê bi avayê girtî (laparaskopîk) çêdikin kîsikekî dixin nav bedena mirovî û pişikê dixin hundirê wê bo perçe kirinê. Bi alikariya kîsik perçeyên pişikê di bedena mirovî de belav nabin û dihêle ku perçe perçe ji bedena mirovî werin derxistin.



28.11.2014 04:05 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» splenektomî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî