Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
ferqa revîn û bezînê - tirşik
ferqa revîn û bezînê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. eslê xwe de ferqek gelekî hêsan û aqilane ye lê dîsa ji jî jialiyê hinekan ve tên tevlîhevkirin. min ditiye ku di romanên kurdî de jî hatiye tevîhevkirin.



- bezîn/bazdan: meşa bi gavên lez û tempoyekê ye. piranî ne ji ber tiştekê lê ji bo tiştekê tê kirin.

- revîn: dîsa meşek bi gavên lez e ku bi tempoyek tê kitin. lê her tim ji ber tiştekî/kesekî ye. yanî tevgera ji bo dûrbûna ji talîkeyekê ye.



29.07.2014 11:17 | simurg56

2. rev, tirs û xof tijî ye lê bez ne werê ye.



29.07.2014 13:40 | kurê xelkê

3. "bezîn" ji dil tê lê "rev" tirsa qûnê ye*



29.07.2014 23:52 | ceso

4. armanc bi revînê ew e ku ji tiştek dûr bikeve. lê bo bezînê wateya giştî de ye.



19.09.2023 04:42 | cinorek

5. Hinek Kurmanc ji bo herduyan jî revînê bikar tînin. Ji min re pirr ecêb tê.



19.09.2023 19:43 | xabûrî

6. Ew kurmancana em in * li cem me lêkera bezînê tune ye . Em hem ji bo kaçmak hem jî bo koşmak revînê bikar tînin .
Jê çend mînak :
dibêjin heta dawî ew ê ji dijminê xwe bireve

gava dît agir bi malê ket reviya hat ji nav baxan



20.09.2023 13:05 ~13:05 | navîgiranmezelîwêran

7. Hema bêje heman peyv in lê di revînê de hêmenke din wisa dike ku ev lêkera revînê pêk bê lê di bezînê,bazdanê, bezyanê de kirde bi xwe û bi îrada xwe vê kiryarê pêk tîne.



20.09.2023 18:51 | bayê xerbî

8. Wateya bezîn'ê li cem me Erdîş'ê ku du meriv bi hev re nîqaşa pevçûnê bikin tê bikaranîn.
Mînak: her du beziyane hev/ ez beziyame wî/ ew beziya min.
Ji bo revê jî "banzdan/bazdan" tê bikaranîn.



22.09.2023 12:33 | cezmîkurd

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [2]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferqa tirşik û ferhengên tirkî

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî