1. sûrên cizîrê ku cara yekem beriya zayînê 2000 salî ji aliyê gutî'yan ve hatine çêkirin ji hêla medan, sasanî'yan û erdeşîrê kurd ve hatine nûjenkirin û cara dawiyê jî di sala 1994’an de restorasyona beşekî ya hêsan hatiye kirin. sûrên ku bi kevirên reş ên bazalt hatiye avakirin, di şêweyê keştiya hz. nuh de weke aliyê serê keştiyê di dîwarên bakûr, aliyê piştê jî bi awayê ku di dîwarê başûr de bimîne hatiye çêkirin. beşek ya sûran di şerên cur bi cur de (wek mînak, serhildana sala 1847’an a di pêşengiya mîr bedirxan de topavêjên osmaniyan yên ku di bin fermandariya reşît paşa de dema serhildanê biçewisînin de) hatiye hilweşandin. beşên wê yên din jî wek sala 1935 an ji bo bikin “rawestgeha otobus û qemyonan” û bi hin bahaneyên din ji hêla rayedaran ve hatine xirakirin. |
|
29.06.2014 14:05 |
xendekî
|
2. pêşîya naha 4000 hezar salan hat ava kirin lê mixabin ber ya naha 50 salan ji alîyê nezanan ve kuç u kevirên wê hatÊn revandin da xanîyê xwe pê ava bikin. tişta mayî qey derdora 200 mitir maye an jî nemaye. Gora hin gotagotan şaredarîya cizîrê kar diki da cardî ava bike |
|
29.06.2014 14:14 |
birazî
|
3. niha projeya restorasyona sûr keleha cizîrê heye. di navbera walîtî û şaredariyê de xebat hene. |
|
29.06.2014 14:25 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |