Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
reşê şevê - tirşik
reşê şevê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bûyera ku li dû şeş mehan hama bêje hefteyek e min ji xewê hildifirîne

dema mariv dikeve xewê beriya ku razê -hê razayî nîn e- di dema renê de tê dîtin. sedema dîtina karabasanê çi ye ez jî baş nizanim min hinek lêkoland lê min zanîneke baş bi dest nexist min berê xwe da gotarên norologan lê ew jî tiştekî teqez negotin li gor şêxan û li gor heyema skolastîkê, cîn tên şûna mariv, mariva zeft dikin, xwe li marivan dipêçînin bi qasî 5 deqe..

di navbera me de gelek bijîşk hene bi xwedê êdî ji tirsa wê naxwazin razêm her şev her şev li min tên xezeb û tofanê îşev nîv saet berê ketim nava cih 20 deqe jê derbas nebû dîsa hatin min ew dîtin (ez şîzofren nîn im)

a yekem ji ber çi tê dîtin?

a duyem derman û çare çi ye?



nott; biskek berê eyn wisa qewimî; min dît ku di gohên min de hê jî berguhk hene û stranekî kurdî lêdide-lê cara yekem e ku ez dibihîzim- min jî got halla halla gelo ev stran li ba min tunebû çawa derket falan? û min xwest ku destê xwe dirêjî telefona xwe bikim û binêrim bê ka kî dibêje lê dikim nakim nikarim rahêjim, têgihîştim ku ne xewn e û ne jî rast e, dîsa karabasan e neyse piştre sê zilamên bi cil û bergên ereban li xwe kirî hatin li ber deriyê min sekinîn ji tirsa mirim. hin tişt ji hev re qal kirin û piştre yeko yeko li dû hev nêzîkê min bûn diqîjim naqîjim kes nayê yaw hêdî hêdî hatim li ser xwe min piçek laş û bedena xwe livandin û ji nişka ve rabûm..

not; li gor zanînên min ên ku bû şeş meh e ji norologan lêdikolim, tu dema dikevî xewê tê dîtin ango laşê te raketiye lê mejî yanî hêşê te şiyar e û bi tenê hêş dikare hukmê çavan bike ji xeynî çav û mêjî temamî laş ber bi xewê de ye cara ewil min 6 meh berê dît lê tirsiyam bi kesê/î bêjim min got niha dê bêjin dîn bûye hêş xwariye min paşê hêdî hêdî ji yên derûdora xwe re qal kir. cardî dibêjim karabasan xewn nîn e tu şiyar î lê laş raketiye



31.05.2014 02:30 | ferhenga şikestî

2. Efsaneya ku bişev tê xewna mirov.



31.05.2014 12:31 | kawa

3. sedema wê, dereng hişyarbûna masûlkeyên mirov e.

dema mirov bi xew ve diçe, hemû bedena mirov dikeve xewê. û dema hişyar bibe jî, divê wisa be. lê carina, hişê mirov şiyar dibe lê masûlkeyên wî dereng şiyar dibin. loma dikarin bibînin, bibihîsin lê nikarin tevbigerin.

bi qasê zanim weke nexweşiyek nayê nîşandan û ji bo wê dermanek jî tune.



31.05.2014 22:39 | simurg56

4. peyva tirkî ye ku bi qasê zanim kurdiya wê xewnereşk e.



31.05.2014 22:40 | simurg56

5. di ferhenga kurdî de çend peyv di berdêla vê peyva esil tirkî de hene wek; merdezime, motemoteke, nezerfermaş, kabûs.. hêviya min ji nivîskarên tirşikê bila bêjin bê ka li gund û herêmên xwe di berdêla karabasanê de kîjan peyvê bikar tînin de em jî navê mijarê bi wê re biguherînin..



31.05.2014 22:43 | endazer

6. peyva ku Kurdiya wê reşê şevê ye. Li gorî min bîhistiye mirov di hundir xewnê de di xew de ye lê ji derva bedena xwe xwe dibîne. piştî wê dibîne ku tiştek nêzîkî wî/wê dibe lê baş pê dernaxe bê tiştekî çawa ye. û ev tişt bêhna mirovî diçikîne, nahêle tev bilive û biqîre. Tiştekî bi xezeb e...



min tenê carekê ew dît û dixwazim bes bibînim..



nîşe: xewnereşk bi Tirkî "kabus" e.



27.11.2014 02:29 | berxweda

7. min bêriya salekê behsa vê problema xwe kiribû, min jê hêvî ev bû ku ger dema li gor rê û rêbazên çareserkirina vê meseleyê tevbigerim ezê jê xelas bim, axirê qederekê jê xelas bûm lê bes mixabin cardî xwe dubare kir..

bi qasî du meh e ez dîsa dema di xew re diçim reşê şêvê dibînim (dibe ku awayê karanîna têgeha ha şaş be, biborînin)

do ez gihîştim lûtkeya wê yanê mi xwe bi xwe got temam e bi xwudê êdî ev reşê şevê jî nîne ruhstîn ando ezraîl hat wê canê min ji min bistîne, te digot qey buldozerek hatiye di ser laşê min de dihere û tê, bi qasî xulekekê berdewam kir û pişre şiyar bûm, ji piyên min heta dev, diran û mejiyê min ligel êşeke giran diricifî ji tirsana êdî newêrim rakevim



29.08.2015 23:55 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» reşê çê
» şevên havînê yên amedê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan zanistitenduristi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî