1. nivîskareke nipûnû yê tirşikê ye.. bi zimaneke xweş û sivik û sade û objektîv dinivîse.. bi qasê ku dixweye ne mûrîd û mûbtelayê tu rê û rêxistin û rêberan e.. hebûna kesayetên bi vî rengî yên azad û serbixwe yên di nav civaka kurd û civaka tirşikê de ji bo min cihê kêfxweşî û şanaziyê ye.. |
|
19.02.2014 15:03 |
endazer
|
2. mamosteyekÊ pratÎk e. bi çend peyvÊn zelal rewşa zayendÊn zimanÊ kurdÎ bi min salix da. (kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî/26818) |
|
20.02.2014 18:44 |
cinorek
|
3. yek ji nivîskarên hîperaktîf yên vê dawiyê ye. (bnr: hêdî be şampiyon) |
|
20.02.2014 22:02 |
simurg56
|
4. nivîskarê ku bi hatina wî gelek kêfxweş bûme ye. mirovekî dînamîk e. |
|
21.02.2014 00:25 |
brusk56
|
5. nivîskarêkî li gorî wî navdarê, ango bi peyvên wî xwe ve popilar e. |
|
22.02.2014 10:54 |
nazim tolhildan
|
6. nivîskarê ku bi xurcezîn û gencÎneya xwe ya wekê keştiya nuh nebî ji her tiştî cotek tê de heyî, min ecêbmayî dihêle û kêfxweş dike.. çend kêmasiyên wî yên rêzimanî hene, lê eger bi vî awayî di tirşikê de berdewam be, di nav du sê hefteyan de wê bikaribe bihêsanî pirtûkeka rêzimanî li pirtûkxaneya kurdî zêde bike.. |
|
22.02.2014 16:34 |
endazer
|
7. kedkarekî mezin a tirşikê ye. nivîskarekî rasteqîn e. |
|
26.02.2014 00:01 |
brusk56
|
8. nivîskarê ku ji bo wêneya profîla xwe wêneyek ku egoîzma wî derdixe holê, hilbijartiye, ye. |
|
07.03.2014 14:32 |
mergehez
|
9. dibêjin di ezmûna têketina zanîngehê de bûye 104. (sed û çaremîn).. û dev ji xwendina xwe ya di zanîngehên marmara û boxazîçiyê de berdaye.. |
|
08.03.2014 20:22 |
endazer
|
10. nivîskarê ku heke ku ji fikir û ramanên xwe bi bawer be divê neçe û li vir berdewamî vegotin û nivîsandina fikarên xwe bike. ez li ekşiyê jî nivîskar im berî ku lê bibim endam çend hevalên min gotin nickeke tirkî ji xwe re hilbijêre û di 10 peyamên xwe yên pêşîn de nekeve meseleya kurd û kurdistanê. lê min bi ya wan nekir û bi nickeke kurdî lê bûme endam. bi min jixwe pejirandina nivîskariya min bi xêra kurdbûna min e. rêveberên wê kesên ku xwediyê fikrên cûda hildibijêrin û ew dikin nivîskar. ekşî cihê şerê fikaran e. yê ku ekşiyê li ser piyan dihêle jî ev e. wexta ku haya min ji tirşikê tinebû ez ji bo parastina fikar û ramanên xwe lê bûm. gellek caran ketim nav şerê fikaran lê min ti carî hizir nekir ku bêjim "her kes neyarê min e ezê dev ji ekşiyê berdim" |
|
16.03.2014 23:39 |
oxir
|
11. nivîskarê bi çuyîna xwe jî buyî sedema îroniyekê ye. peyama çuna xwe li vir eşkere dike û pê re "oxir" jê re nebêje oxir be jî bi tenê peyamnivîsê jî bi awayekê oxirê jê re dixwaze. mayîn helbet çêtir e ji çuyînê bi her awayî lê ku rasteqîn bi biryar be bila oxir kirin jî ji min be. |
|
17.03.2014 00:10 |
azadixwaz
|
12. lokomotîfa vê dawiyê ya tirşikê ye, camêr di 18ê sibatê de qeyd bûye û duh yanî di 16ê adarê de jî gotiye bes e êdî nema dinivîsim yanî di nav 28 rojan de 741 peyam nivîsandine di tirşikê de ev yek rekorek e ku zû bi zû tu kes nikare jê bibihure.. û dema mirov bala xwe didiyê peyamek tenê vala û ji hewesa dilî re hatî nivîsandin nîne, camêr derheqê fîzîkî de dinivîse, derheqê dîrokê de dinivîse, derheqê mîtolojî û etnografî û fîlolojî û gelek zanistên din ên ku vêga navê wan nayên bîra min.. |
|
17.03.2014 00:41 |
endazer
|
13. nivîskarê ku li ba xwe heq dibîne ku ji apo re bêje "beraz" û paşê lê dide diçe û dibêje bila tirşik ji apociyan re bimîne. wele xweş bazar e. |
|
17.03.2014 01:04 |
brusk56
|
14. berî her tiştî kes nikare ji kesekî wek apo re peyveke wek beraz bêje. her çiqas fikrên hinekan ne wek êwî jî be ew nikarin peyvek wisa bêjin. |
|
17.03.2014 12:51 |
mergehez
|
|
|
17.03.2014 18:23 |
kevçiyê dil
|
16. ji bo tirşikê wendahiyek e. em li benda vegera wî ne. |
|
17.03.2014 19:53 |
simurg56
|
17. (bnr: nivîskarên ku bi îstatîstîken tirşikê dileyîzin) |
|
14.04.2014 11:50 |
endazer
|
18. ser xêrê dîsa li tirşikê vegerihaye.. |
|
06.06.2014 15:22 |
endazer
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |