qesra balindeyên xemgîn | 2009 Nivîskar: Bextiyar Elî | kurmancî | roman | 416 rûpel Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike. Mensûr E... |
1. Sed heyf ku ez heta rûpelê 200 û tiştekî hatim û min di otobosê de ji bîr kir ev pirtûk. Meraqa min heye ka gelo niha karekterê min jê herî zêde hez kirî Kameranê Selma çi kir bi ku de çû. Ya rast parêzvanê Kameran, Mengurê Babagewre ku ne ji ber tolazî û kêrkêşiya Kameran lê belê ji ber wê cûreyê mêraniya bi wî re dîtî jê hez dike çi dike. Romaneke pirr xweş e di demek nêz de ezê peyda bikim lanet li wê otobosê be nizanim kî yê çi bi pirtûkeke bi Kurdî bike li vê Elmanyayê, ji kîsî min çû werhasil |
|
11.08.2017 02:11 |
hejîro
|
2. Dema ku min pirtûkê qedand, serê min de fikrek peyda bû: Bextiyar Elî ji Ehmedê Xanî pir sûd wergirtiye û rind jî kiriye. Mînaka herî berbiçav Memê Alan a Xanî û Mensûr Esrîn a Elî. Di wan her duyan de jî guhertineke ruhî çêdibe, evîna wan ji ya mirovî ber bi xwedayî ve vediguhere. |
|
23.08.2017 16:32 ~16:33 |
tizbîkêş
|
3. pirtûka Bextiyar Elî ye ku van rojan li xeribiyê, li Moskovayê dixwînim. |
|
20.09.2018 18:33 |
gulêê
|
4. Pirtûka ku piştî xelas kirinê min dîsa dest pê kiriye, têr nebûm... Jixwe nameya Mensûr... |
|
10.11.2018 21:33 |
gulêê
|
5. min hê nexwendiye. demek e dirêj e dibêm ez ê bixwînim lê keysê lê naynim bi tu awayî. |
|
11.11.2018 00:36 |
hêvî
|
6. Pirtûka ku bi kurtasî analîza kurdistan û rojhilata navîn dike ye. 2 sedem dide ber xwedevanan ji bo paşvemayîna kurdan re. Yek nexwendin e. Li vir pirtûkxaneya sewsen fîkret evê sembolîze dike. Ya duyemîn jî dinyanedîtin û ji herem û welatê xwe wêdetir tu welat, çand û xelk nasnekirin e. Sewsen wê dibîne û dibêje eger ev miletê me welatên din bizanîna û naskirina wê wan dev ji wan nakokiyên beredayî yên navxwe de berdana. Di novelê de pir sembol hene û divê pirtûk yek caran zêdetir were xwendin. |
|
11.11.2018 09:31 |
xelîl
|
7. Pirtûka ku qulipandine ser şanoyê û lîstikek jê derxistine. (bnr: huseyin umaysız), (bnr: alan ciwan), (bnr: mesut arslan). gupgupa dilê lîstikvana bedew (yanî sewsen) ji pişt pêsîrên wê ên gewr firya, ket salonê, ji wir hat, ket sînga me, xwe gihand dilan (ne mecazî), û çend hêsiran ji çavan anî xwarê, mîna balindeyên di bin tiliyên sewsenê de. |
|
04.11.2022 12:09 |
mirovekirind
|
8. Yek ji favoriyên min e, |
|
04.11.2022 15:51 |
gulêê
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |