Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qesra balindeyên xemgîn] de;

7. Pirtûka ku qulipandine ser şanoyê û lîstikek jê derxistine. (bnr: huseyin umaysız), (bnr: alan ciwan), (bnr: mesut arslan).

min pirtûkê nexwendiye. Bêyî xwendinê, ez, û hevalekî min ê xwedî kurmanciyekî qels em çûn, me lîstikê temaşe kir. Gelek kêfa’m jê re hat. Muzîk, materyal û alawên li sehne bikar anîne pir serkeftî û Aliyê teknîkî ve ewropayî bû. alan ciwan û xezal redkanî dilîstin. Alan, ez pê hesiyam pênc sal e li berlînê dijî. Wek komeke gerok a şanoyê hatine bakur û li wan, batman, îzmîr, enqere û stenbolê dilîzin. Niza’m amed jî tê de ye an na.

gupgupa dilê lîstikvana bedew (yanî sewsen) ji pişt pêsîrên wê ên gewr firya, ket salonê, ji wir hat, ket sînga me, xwe gihand dilan (ne mecazî), û çend hêsiran ji çavan anî xwarê, mîna balindeyên di bin tiliyên sewsenê de.



04.11.2022 12:09 | mirovekirind