Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
pelûl - tirşik
pelûl
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêleva avê şîr jî têxê...

ji bo fesad û gelacan tê gotin: "tu wek darikê pelûlê yî!"

xwarin û şêranîya kal û pîran e...

nasnavekî nexerab e, "pelûlo" yan jî "pelûlê"...



25.07.2013 18:21 | devliken kelogiri

2. Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û kalan e. Raat gotiye lewra min heta niha tu ciwan nedîtiye ku jê hezkiribe. Dibêjim qey tenê ez jê hez dikim.

Pelûla bi dims jî heye.



Terîfa pelûlê:(ji bo 3-4 kesan)

3 îskan av

3 kevçiyê xwarinê şekirê hûr

4 kevçiyê xwarinê arvan

3 kevçî rûnê hişk



1- şekir û avê li qûşxanê vala bike.

2- dîne li ser êgir.heta nêzîkî kelînê li hev bixe.

3- rûnê xwe bavêje, heta heliya dîsa li hev bixe.

4- piştî ku rûn heliya êdî hêdî hêdî arvanê xwe lê bireşîne. Arvan gişî bi hev re nexê hekena wê bibe loq.

5- heta ku pelûl hinekî tîr bû li hev bixe û dûre ji ser êgir rake, têxe tasan û têxe sarincê..



16.06.2015 17:01 | mergehez

3. Xwerineka ku di nav kurdên xarpêt (elezîz) ê de jî rind tê zanin.



16.06.2015 20:00 | cinorek

4. pillor jî tê gotin



16.06.2015 21:01 | shorbevan

5. Diranê feqîran di pelûlê da dişike.



26.03.2024 23:03 | çomo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» pelûl

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî