1. Wezîfeya Şivanan gelekî zehmet e. Şivan ji kesên ku li ber pezan dimînin û dipayin, ji yên ku pezan xweyî dikin û dihewtînin re tê gotin. Mirov dikare bibêje ku şivantî ji piçûktî dest pê dike heya kalbûnê li gor daxwazê, an li gor derfetê dikare berdewam bike. Berê li gundan li her malekê şivanek hebû. Mirov dikare bibêje ku li gundan karê zilaman ya pêşî şivantî ye. Helbet karên wiha hew zilam nedikir. Heger zarokê kûr di malekê de nebûya wê demê keçên malê jî dikarîbûn bikirana. Lê belê keçan hew bi roj ev kar dikirin. Lê kûrikan, bi roj û bi şev li ber pezan bûn, karê wan nobedarî û xwedîkirina heywanan bû. Carna, bi rojan carna jî bi mehan ji malê dûr diketin. Pezên xwe dibirin zozanan, li çolan û li ser çîyan digerandin. Ji ber vîya hewcedarîya wan bi cil û bergên saxlem hebûn. Zivistanan ji sermayê, havînan jî ji germbûna hewayê lazim bû ku şivan xwe biparezin. Lewra li derva diman. Ne malek ne konek hebû. Mala wan jî kona wan jî çol û çiyayên bêserûbin bûn. Şivanan xwe li ser axê xwe dirêj dikirin. Bi tebîetê xwe dixemilandin, diparastin. Ji ber vîya hewcedarî bi tiştêkî behampa hebû. Ew jî kulav bû. Bi rastî jî tiştekî ecêp û bêhempa bû. Insan dîsa mêjîyê xwe şixulandibû. Ji xwe re tiştekî nû îcad kiribû. Bi vî tiştî xwe him ji sermayê, him ji germahîyê diparast. Gelo kulav tiştekî çawa bû? Ji çi dihat çêkirin? Kî dikarî bû çêke? Dîroka wî ji kû ve tê? Lazim e mirov bersiva van pirsan jî bide; |
|
24.07.2013 15:49 |
endazer
|
3. libasa ku şîvan xwedê jî bê kesê re parve nakin. |
|
10.08.2013 14:16 |
kelha bayê
|
4. cûreyek mehfûra (xalîçe) ye kû ji hiriyê tê çêkirin. Berê di gellek malan de, bi taybetî di malên koçeran de dihate bi karanîn. Zivistanê germ û havînê jî hînik in. Heta îsal jî di mala me de çend kûlav hebûn lê êdî me di binê malê de ne radixistan. Naha li malê xwiya nakin. Xwedê zanê maliyên me ni xêra xwe dana hin kesan.. |
|
10.08.2013 14:34 |
nan û av
|
5. kulav, tê bîra min em çolê bûn ber pez, min xwe kir.girane, gerek şil nebe. |
|
10.08.2013 22:00 |
simurgares
|
6. çêkirina vê kulava ku cûreyeke xalîçeyan e, gelek zehmet e. bi qasê zanim, mirov tê û diçe û xwe li ser wê hildiavêjeî diperçiqîne, bin pê dike, ser hev de dide û hwd. da ku ewqas di ser hev de biçe û qewî bibe. alavek xweş û kêrhatî ne, yên orjînal bi dehan salan wek xwe dimînin û xerab nabin. |
|
30.05.2014 21:01 |
simurg56
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |