1. mamoste, nivîskar, wergêrreke kurd e, xwedî û edîtora kovara zarema, yek ji endamên partiya azadiya kurdistanê (pakurd) ye, heta niha zêdetirî 11 pirtûk ji tirkî û Îngîlîzî ji bo kurdî wergerandine. pirraniya van pirtûkan ji nav weşanên avesta derçûne. li diyarbekir mamostetiya îngîlîzî dikir. ligel ku ne endamê tu senîqeyan bû ew jî di nav mamosteyên ji kar hatine dûrxistin de ji kar hatibû dûrxistin, çend roj berê li diyarbekir li mala xwe ji aliyê polîsên tirk ve hatiye binçavkirin, ev çend roj in li nezaretxanê girtî ye û nahêlin kes serdana wê bike, parêzer jî. |
|
27.09.2016 02:19 ~02:35 |
endazer
|
2. nivîskara girtina wê û rênas jiyan eşkere kiriye êdî hemû kurdên dûrî tcyê divê ji xwe bitirsin. şerrekî mezinî him bi çekan û him bi psîkolojiyek kur tê kirin. û her diçe kurd bêdeng dibin. sedema herî mezin a vê bêdengiyê jî xerakirin û tunekirina bajarên kurdan e. yek ji sedemên vî tiştî jî siyaseta pkkê ye. |
|
02.10.2016 01:12 |
berxweda
|
3. (bnr: waye diçin yek bi yek) |
|
02.10.2016 16:49 |
shorbevan
|
4. jineke ezamet e, heftgurçîk e. |
|
14.12.2019 16:37 |
ferhenga şikestî
|
5. Nivîskar û wergêr e (wergerandina ji îngilizî bo kurdî).Hevpeyvîna xwe ya li ser bernameya suhbeta hewşê ya bi mehdî mutlu re kiriye de behsa xwe , jiyan û karên xwe dike.Belê min navê nivîskar bihîstibû lê heta niha ne guhdar kiribû ne jî berhemek wê xwendibû (hê jî nexwendime lê ez ê bistînim).Fexriya adsay li îzmîrê hatiye cîhanê û li îzmîrê jî mezin bûye û ji dêrik'ê ye.Beriya 10 deh salan ewil wê wergerên îngilizî bo tirkî jî kiriye lê piştre giraniya xwe daye wergerên ji îngilizî bo kurdî.Ev deh salan in tenê ji bo Kurdî wergeran dike. |
|
19.05.2020 12:26 |
brzn
|
6. (bnr: fahriye adsay) |
|
19.05.2020 12:32 |
ferhenga şikestî
|
7. 31 cotmeha 2020an seat 06:30 hat binçavkirin, sedem çi ye nizanim, heya diho jî min wê nas nedikir. lê bi qasî ku min xwend ji aliyê nivîsê ve keseke hêja ye. |
|
01.11.2020 19:59 |
merwano
|
8. cara pêşîn 2016an de ew û rênas jiyan hatibûn girtin. va ye dîsa bûye kelema çavê xwînxwaran. jineke rewşenbîr e ku dikarim bêjim bi sekn û xebatên xwe ve kurdeke qedirgiran e. Hêvî dikim cezaya hepsê nedinê. fahriye adsay/94601 |
|
01.11.2020 21:25 |
ezcan
|
9. ez canik û camêrên weke fexriya adsay fahm nakim. carcaran dibînim pkkyiyan bi murîdbûnê rexne (biçûk) dike. temam bera jî pkk xeletiyên gelek mezin kir lê ma li seranserî cihanê û bi taybetî li ser coxrafyaya kurdistanê kîjan rêxistin, partî, hikûmet û hwd tevlî pîsîtiyan nebûye? heta ku kesên (rewşenbîr) weke fexriya adsay rexneyên xwe tenê ji bo aliyekê bikin, dê baweriya min jî qet bi wan çênebe. |
|
12.06.2021 02:14 |
asîmanê sêwî
|
10. mirovek pir agresîf e. xwe wek berdevkê kurdayetîyê dibînit. helbet divê her kurdek doza netewî bikit lê ev hevala me li her nîqaşê ye, dixwazit hema çi têt gotin bi dilê wê bit, ji wê bipirsin gelo divê em çawan twîtan binivîsin. Ji xwe û derdora xwe re heta dawîyê mafê rexnekirinê, azadîya fikran diparêzit lê kesek dî rexneyek nêzîk an dûr lê kir blockê didênit ser, deng lê dibirit. bi vî awayê xwe dişibit kesên ew wan rexne dikit. |
|
12.06.2021 13:55 |
hespêsor
|
11. wergera dewleta cihûyan ya pirtûka theodor herzl e. |
|
12.06.2021 22:45 |
hueyn
|
12. bi qewlê murîdeyên wê yeka toksîk e. |
|
14.06.2021 23:46 |
tizbîkêş
|
13. merivek yan li gel tevgera azadiyê ye, yan li gel dewleta dagirker a faşîst e. navbera van herduyan tune! |
|
07.10.2023 18:01 ~18:01 |
asîmanê sêwî
|
14. fexriya adsay gelek pirtûk wergerî kurdî kirine û bi saya wê hin çavkanî ji bo me çêbûne . taybet derbarê cihûyan da weke : dewleta cihûyan (theodorl herz) , meseleyeke giring (elîzer ben tehuda)û herî dawî jiyana min (golda meir) |
|
08.10.2023 20:59 ~20:59 |
pirtûkhez
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |