Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fahriye adsay] de;

13. merivek yan li gel tevgera azadiyê ye, yan li gel dewleta dagirker a faşîst e. navbera van herduyan tune!

ne tevgera azadiyê, lê ev û kesên weke vê bi dijminatiya xwe derfet û wêrekiyê didine êrîş, barbarî û komkujiya dewleta faşîst, loma jî şirîk in. di her dilop xwîna dirije, her hestirên ji çavan bi ser hinarokan ve têne xwar, her stuyên xwar ên zarokên kurd de para wan heye.

ew tiştên ku li ser twitterê dike, ne rexne ye û ne jî kurdayetî ye. xizmet e ji dijminan re. êrîş e, bêexlaqî û bêkesayetîbûn e, xiyanet e.



07.10.2023 18:01 ~18:01 | asîmanê sêwî

9. ez canik û camêrên weke fexriya adsay fahm nakim. carcaran dibînim pkkyiyan bi murîdbûnê rexne (biçûk) dike. temam bera jî pkk xeletiyên gelek mezin kir lê ma li seranserî cihanê û bi taybetî li ser coxrafyaya kurdistanê kîjan rêxistin, partî, hikûmet û hwd tevlî pîsîtiyan nebûye? heta ku kesên (rewşenbîr) weke fexriya adsay rexneyên xwe tenê ji bo aliyekê bikin, dê baweriya min jî qet bi wan çênebe.

ma pkk pîs e, pdk spî ye qey?

heyfa zanîn û emrê wê!



12.06.2021 02:14 | asîmanê sêwî