1. rojnamevanÊ tirk ê ku li hemberî serokÊ konseya rÊvebir a kck'yê birêz cemÎl bayik destÊ xwe xistîye berÎka xweye. divÊ ku pkk rî nede bÊhurmetÊ wiha u bi wan re hevpeyvînÊ pÊk neyne |
|
02.02.2014 01:40 |
por gijik
|
2. li gor min xistina destê xwe di berîka xwe de an jî avêtina piyekî li ser piyê dî an jî awa û cureyên runiştin û seknê di warê dîplomasiyê de nîşanên serdestî an jî bindestiyê ne..Ruşen çakir her çiqasî xwe wek insanekê mafperwer û azadîxwaz dihesibênê jî ez bawerim weke her tirkekî di rih û mejiyê wî serdestiya kolonyal heye.. Yanî li gor wî ew serdet e û kurd jî bindest in. Lazim bûya rêveberên kckê rê nedaban vê yekê.. dema serokwezîrê tirkiye bulent ecewît çûyî cem clînton, clînton li tenişta kiltoxekî runiştî bû ecevît jî li hemberî wî destê xwe bada bû. Ev wêne (http://www.taraf.com.tr/haber/akp-nin-ecevit-li-secim-afisine-suc-duyurusu.htm) bûbû sedema gellek nîqaşan..Lazim e mirov adet û usûlên dîplomasiyê bizanê. Lê ez bawerim ne heddê ruşen çakir e ku li hemberê serokwezîrê xwe bikaribê destê xwe bikê berîka xwe de an jî lingekê xwe biavêjê ser lingê dî.. |
|
02.02.2014 02:25 |
nan û av
|
3. êdî di nav zimanên malpera wî ya şexsî de zimanê kurdî jî cihê xwe girtiye. hemû gotiarên wî yên ku tên weşandin li kurdî jî tên wergerandin ji vir bîbîne http://rusencakir.com/Kurden-Binxete-cima-be-xwedi-ne/2883 |
|
23.09.2014 23:48 |
ceso
|
4. Carna tesbîtên baş dike. Yek ji wan ; Dema daîşê êrîşên xwe li ser tevgera kurd zêde kir dewletê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurda berê xwe ji mizakere kirinê da konsepta şer. |
|
29.12.2016 00:41 ~01:01 |
nestêle
|
5. ji hopaya artvînê ye. bi eslê xwe laz e. rojnamevanek girîng e. ji lîseya galatasarayê mezûn e. zanîngeha bogaziçiyê nîvço hiştiye, ango ez bawer im tu beşa zankoyê neqedandiye. di sala 1981an de, piştî darbeya leşkerî bi qasê salek û nîv, di girtîgehê de maye. di kovar û rojnameyên wek nokta, tempo, cumhuriyet, milliyet û vatanê de nivîskariyê kiriye. di tvyên weke haberturk, ntv û cnn turk de xebitiye. bi taybetî sîyaseta oldaran ji nêz ve şopandiye û li ser vê rêça sîyasetê, gelek xebatan kiriye û pirtûkan nivîsandiye. Medyascope: Here lînkê malpera fermî: Here lînkê youtubea medyascope: Here lînkê Qenala wî: Here lînkê |
|
26.04.2019 23:51 |
simurg56
|
6. Nûçeyên kurtehefte ji alîyê Bedirhan Mûhsîn Aybar ve tê dayîn û bi zimanek zelal, nerm e û bê alî ye. |
|
27.04.2019 00:20 |
brzn
|
7. Hem di malpera xwe ya şexsî û hem jî di kanala medyascope de weşana bi Kurdî rawestandiye. |
|
24 roj berê 06:14 |
elaziz izzetpasa camii
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |