1. ji bo min 6-7 e. |
|
17.08.2013 20:26 |
simurg56
|
2. ji bo min jî 6-7 e. ez bawer dikim ji bo piranîye zaroken kurd rewş ev e. |
|
05.10.2013 10:32 |
saladin
|
3. (bnr: gel were git here kapı der e eşek ker e) |
|
05.10.2013 12:39 |
endazer
|
4. 7 salên xwe de min bi "tavshan kaç tazi tut"ê destpêkir. niha jî layê min di 2 saliya xwe de bi "çishimiz tuvalette" dielime. neviyên min wê di DNA ya xwe de nivîsandî xwedê bidin. hey waaaax! min bikujin! |
|
05.10.2013 15:23 |
hemdilaarda
|
5. (bnr: emrê ku ez derketim kolanan) |
|
29.07.2014 00:03 |
brusk56
|
6. (bnr: 67) |
|
29.07.2014 00:24 |
paşê min got what the fuck
|
7. 6 - 7 salî piştî ku min dest bi dibistana tirkî kir. lê ew jî bi xurtî. ti nemabû ji ber tirkî pola yekê derbas nekim. |
|
01.09.2014 10:14 |
xendekî
|
8. min heya refa sisêyan jî tirkî nedizanî, li mixabin çawa gava ku me dest bi tirkî kir çend sal şûnde me kurdî ji bîra kir |
|
01.09.2014 11:44 |
renas
|
9. Ez 7 salîya xwe de fêrî hin gotinên rojane bûm, gava betlaneya havînê bû min hemû ew peyv ji bîr kirin, lê pola dûyemîn de piştî ku fêrî xwendinê bûm min hêdî hêdî dest bi xeberdana tirkî jî kir. lê baş tê ji bîra min dema ez 8 salî bûm min pirtûkên çîrokan dixwendin lê hîç tiştek jê fem nedikir. Yanî pêşîyê fêrî xwendine bûm paşê fêrî tirkî bûm. |
|
10.09.2018 21:59 ~22:03 |
jifêzagorda
|
10. 6-7 salî. li gorî gotinan min pirsên mamosteyê fêm dikir lê bersivên xwe bi tirkî digot û ew jî -qey kurd bûye- li dê û bavên min gotiye ku li malê jî pê re tirkî biaxivin ku lawik zehmetiyê nekşîne li dibîstanê. encam: - kahvaltida ne yiyorsunuz oglum? - em çay û penêr dixwin. - pekî yemekleri neyde pişiriyorsunuz? - di nav beroşê de. malbata min hîn jî ji min re "penêro, beroşo hwd" dibêjin :/ |
|
10.09.2018 22:46 |
biruya hayao miyazaki
|
11. Li stenbol hatim dinê û heta pola yekan jî li stenbolê jiyam. Li malê tenê bi kurdî dihat xeberdan lê axaftina derve jî tenê bi tirkî bû. Yanî bi herdu zimanan bi hev re wek bilingual (duzimanî) mezin bûm. |
|
01.11.2020 12:03 ~12:48 |
xelîl
|
12. Min 5-6 salî dest axavtinê kiriye. ji bo me derketina kolanan pirr dijwar bû. Jiber ku mala me di nav çolê de bû. * Dema çûm dibistanê tiştina fêm dikirim lê nikaribûm xwe rave bikim. Ne tirkî ne kurdî. Zimanê min ne zivirand. Piştî pola destpêkê bûm bilbil. |
|
01.11.2020 12:30 |
yûsiv
|
13. ez li qoserê ji dayîk bûm, yanî hem li malê û hem li derve axaftin kurdî bû. lê dema min dest bi mektebê kir min qasî kurdî tirkî jî dizanî. nizanim ka çawa fêr bûm, nayê bîra min jî. |
|
01.11.2020 13:11 |
keyomerd
|
14. Ez li gundekî nisêbînê ji dayîk bûm. li gund bi piranî kurdî û hinekî jî bi filehî dihat axaftin dema ji bo min wextê dibistanê hat, min ne dixwest herim û wê salê neçûm jî. sala din dîsa min ne diwest lê nizanim vê carê çawa kirin, min îkna kiribûn * |
|
01.11.2020 17:13 |
merwano
|
15. Ez yew dewa gêlî ra ya. Maya mi kurmanc bawoyê mi kird o. Dewa ma zî yew dewa kirdan a. Kirdkî yeno qiseykerdiş. Dewijê ma zafî Kirdkî ver de kirdasî zî zanê. Ez zî bi kirdkî xişin bîya, heta mektebê verên mi tirkî nêzanaynê. Mekteb ra dima ez banderê tirkî bîya. |
|
01.11.2020 19:39 |
kajav
|
16. hîn bûna bimin dide îtirafkirin ku min di heft heşt saliya xwede dest bi dibistanê kir beriya wî git, gel, evet, hayir, su, ekmek, dizanibû. Niha di dawiya emrê minde jî wisaye * sed qeda bê neyê nizanim li wî zimanî ji riyê wî de ez ji kurdî jî bûm, niha ne bi tirkî ne bi kurdî sererast nikarim bi axibim mixanebin. |
|
01.11.2020 23:18 |
shorbevan
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |