Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
rênas jiyan

rênas jiyan

12. Di wêjeya kurdan ya nûjen de navekî gelekî girîng e.Helbestên wî gelek jê bûne stran jî.Ya meriv jê têr nabe yek jî ya koma hîvron dibêje strana ''hebhinarkê'' ye.



hebhinarkê



ji wê şeva bi şewbê

bêhna firikên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdu naşikê

hebhinarkê !...

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê



li çaraliyê çefiya min

diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şengalê,

komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye

perîkên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali

li ser goleke mêşinî



ji bo ku ez bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê,,,



rênas jiyan



05.08.2013 10:42 | waweylê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Sir û seqem Ba û bager Kesên bêveger Dîl digrin par bi par her mis...
nifşa z-yê [5]
Yek ji wan jî ez im. Lê ez ne wek wan im! Tesîra medyaya civakî û în...
ekşi sözlük [1]
Ji her 10 entryên wê 5-6 heb aîdî nijadperest û kanzîya ne. Ca...
2024.05.17 li hev hatina aynur dogan û şivan perwer [1]
Demek berê li ser medyaya civakî nûçeyek hatibû belavkirin ku di navbe...
ibrahim halil baran [1]
Mêrikê ku bi awayekî rast îdrak nekiriye selo çima ewqas ceza xwariye?...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênas jiyan bila romanan jî binivîse
» jiyan tv

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî