Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan] de;

33. tu eleqeya wî û şirên wî bi ahmet arif û şirên ahmet arÎf re tunÎne..

erê herdu jî di warê helbestê de têra dinyayekî serkeftî û jêhatî ne, lê ekol û stîl û tez û temayên helbestên wan bi qasê çiyayê alp û çiyayê cûdî ji hevdu dûr in..



02.02.2014 14:43 | endazer

17. di pirtûka xwe ya diêşiya de ji bo aşitîyê dibêje :



''li ser navê aştiyê, Bîra min

bi berateyên birayên min dihate hedimandin

navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin

(diêşiya, pirr diêşiya…)

(xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek virçoqiyê rohn bû)

ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min

wan dermale kiribûn dil û gurçikên min

ez sunnet kiribûm ji zimanê min

mmmmmmmmmmmmmmmmm…

çawa tê gotin ez baş nizanimmm…

ez di desthilatdariyê nimmmmm…!''



20.09.2013 23:52 | endazer

4. yek ji berhemdartirîn helbestkar û nivîskarê wêjeya modern ya kurdî û kurmnacî ye.. li gorî min di nav nivîskarên kurd de nivîskarê herî xwende û dixwînê ye.. wek melûmê herkesî ye nivîskarên me yên kurd bi tiralî û bêxîretî û bexiliya xwe tên nasîn û behskirin.. heta cihê henek û qerfan e ku li gelek civatan tê gotin ku nivîskarên kurd heta berhemekî dixwînin du berheman dinivîsin.. ji xwe ji ber vê nexwendevaniya xwe û neşopandina nivîsên din ên nivîskarên cîhanî hema bêje piraniya nivîskarên kurd ên li bakurê kurdistanê di berhemên xwe de xwe dubare dikin.. axirê rênasekem ne yek ji van nivîskaran e.. hema bêje ji her beş û şaxeka wêjeyê yên wekê şano, helbest, ceribîn, gotar berhemên berkeftî û serkeftî dane..



12.07.2013 15:49 | endazer