Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan] de;

79. (bnr: dîn û şîn)
(bnr: ponijîn)



20.12.2016 11:08 | ferhenga şikestî

71. (bnr: pênûsên çardehderb)



02.09.2015 22:50 | ferhenga şikestî

57. li hemberê buxtan û tawanbariyê, berteka xwe nîşan dayiye û gotiye, 'fermo min biricimînin'..

ez li hêvîya daxuyaniya wî me..

lê çi dibe bila bibe wê tucar ez ê dev ji hejêkirina rênas bernedim!



12.04.2015 19:56 | ferhenga şikestî

56. van rojan li ser serê wî angaşta diziyê digere. xwudê bi xêr bike..

weşanxaneya nûbiharê do van çaxan di derheqê camêr de daxuyaniyekê belav kiribû û bi çend rûpelên ji dîwana melayê cizîrî mînak weşandibû û gotibû rênas jiyan diziya çapa dîwana melayê cizîrî kiriye û diwesanxaneya belkî'yê de li ser navê xwe weşandiye..

ez hêvî dikim ku derew be, heta ku ji rênas jiyanî bersivekê nayê, ez ê şîroveya vê rûdanê nekim

Here lînkê



11.04.2015 11:33 | ferhenga şikestî

47. dema navê wî dibihîzim, hebhinarkên tehmxweş tên bîra min, weka hebên hinarkê, dêmên sor ên keçikan tên bîra min yanî piçek romantîzmeke nîvcomayî, ji nişka ve êşa semîramîsê weka gamêşekî qûnde di dilê min de rûdine, nema dikarim bêhn bigirim, de dev jê berde loo/êÊ tu bala xwe bide hebhinarkê û teşiya bê,destara berfê berîvana baranê.. neyse nexeyidin ji vê çîrokê wê gewriya we dil bide kêrê..

helbestên wî her û her qala bûyerekê dike tu ne têde bî jî hîs dikî ku di derûdora te de qewimiye weka bayekî hênik ji hêl stûyê te derbas bûye..

min ji vir 5 meh berê di kolanên amedê de ew dîte, me piçek axifî, gelek zarşerîn û diltenik bû, nedigot îllam ez bipeyivim, ji min pirsî got tu herî zêde ji kîja helbestê min hez dikî( fikirîm, gelek fikirîm di nava 5 saniyeyan de bi qasî du roj fikirîm) min got janya! weka ku çirûskek li ortê çavên min hilbifirin, lê min got tehma helbestên te bi demê re diguhere, cara ewil kul1 bû (min xwast biqîrim, de haa tu li kû maa?) lê paşê guherî li ser hebhinarkê qelibî falan.. ji min re got tu zanî, dema ku janya nû derket kes jê hez nekir her kes rexne kir û got ev çi helbest e îja?! (min xwest bêjim çima çavên wan kor, guhên wan kerr, dilên wan reş in?) min got wan deman kes hînî van tiştan nebûn dibe ku ji ber wê be û bi rastî jî têgihîştina wê zehmet e(em kurd teral in teral kakacan) piştre heta mala wî em meşiyan qala gelek tiştên xweş kir, naxwazim li vir binivîsim bila ev jî di navbera me de bimîne, kapîş?



24.08.2014 00:54 | ferhenga şikestî

38. lîse

ango taştiya emir

ango lîstina bi kêran

heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan

şûna jopên girtina xwepeşandanan

sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan

lîs e

lêvên te, riha min cara ewil kur dike

pizikên min serên xwe bera ber xwe didin ji fedîya te



tu kuxika cixareya min a ewilî yî

tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî

tu lîse ya emre min î

/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran

bi soz!

bi dengê xwe yê nuh qalind bûye

ez ê azan bidim navê te

lîse,

mekteba min çavên te)/…



07.03.2014 01:18 | ferhenga şikestî

21. bi ya min di nava helbeskarên kurd a nûjen de serkeftîtirîn rênas e bê guman û bê şik, sê telaqa bêfetfa û qurana ku we pê îmana xwe aniye, kes nagîje wî.. min ji helbestên Kurdî hez nedikir nizanim ji min re pirr sar dihatin her gav xwe-dubare bûn lê piştî ku min rênas nas kir evînek dîsa çirûsî bo helbestên kurdî. . di kîjan mijarê de binivîse jî xweş û geş dike bêhna mariv vedibe min bawer nedikir ku helbestekî bigrim û 2 car bixwînim lê niha her şev berî razanê kêmtir deh car dixwînim paşê dikevim li nav cih. rênas diêşîne pirr diêşîne



12.12.2013 23:02 | ferhenga şikestî