Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan] de;

61. (bnr: çi bûye kurro?)



12.04.2015 21:20 | ceso

23. Xwediyê vê helbestê ye.



kul û kulîlk



ger ez ba bûm a

min ê porên te bi alasta

ger baran bûm a

min ê xwe li nav çavên te bixista

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



xezalên tî avê vedixwun

ji golên çavên te

çûkên baskokirî

dilûsin li ser milên te

meşka xwînê ye ev dilê te

hevîrtirşê êvara ye kilê te

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



13.12.2013 01:24 | ceso