Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 66 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

394. Îro dîsa li rastiyeke civaka me rast hatim. Em çend kes li ber devê dikanê rûniştibûn. Ji xwe piştî kombûnê axaftin divê. Me jî dest bi niqaşên olî û siyasî kir. Vêca min bala xwe da wan û axaftinên wan, min ji dêlava wan fedî kir. Yanê hingî cahil bûn, bifikirin nizanibûn wîkîpediya çiye. Ev kes jî 24 demjimar bihîstok di destê wan de ne û wêneya li ser tora civakî parve dikin ha. Yanê ne kesên xwendin û nivîsandina wan tune ne û înternet li ber destê wan tune ne. Di serde jî 12 sal dibistan xwendine. Dema diaxivîn kenê min dihat vêca min nikaribû li wan guhdarî bikira.

Wer hasil em li vir dinivîsin bo ciwanek kurd were û qe ne hama çavê wî li nivîsa kurdî bikeve. Bizanibe ku vaye kurdî jî zimanê nivîsandinê ye. Lê mixabin divê em bêhtir dakevin qada û xebatên xwe di nava gel de bikin. Bi rastî netewa me ji qasî ku em difikirin bêhtir cahil maye. Hîn ji wan nizanin ku kurd têne bişaftin jî. Hayê wan jê tune ku kurdiya ew pê diaxivin ji nîvî bêhtir zimanê biyanî ye. Ew nizanin ku divê netewek bi zimanê xwe perwerde bibe û hemû pêdiviyê xwe yê fermî bi zimanê zikmakî bike. Tew yek ji wan digot " ma carna diya min li nexweşxanê bi kurdî bi bijîşk re diaxive " de were vî kerî di vî çemî re derbas bike. Wer hasil min fêm kir ku ciwanê me hîn hay ji rewşa kurda tune, doza kurda nizanin, mafê wan çi ne nizanin, serxwebûnî çiye ji çire ye nizanin.

Axir ezê mikûr bêm ku berya çend meha ferhenga şikestî di peyameke xwe de gotibû " kurd serxwebûnê naxwazin " ez jî bi dijwarî li hember derketibûm. Lê îro ez pê hay bûm ku kurd hêj nizanin serxwebûnî çiye. Ez bawerim şikestî bi gelemperî axivî bû. Lê rast gotibû.



11.07.2020 01:07 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol