Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

1. berê dema diya min digot "filan tiştî neke wê perê me here" an jî "te îro klîma pir vekir, pêrê me zehf çûn" min digot qey pere dizîka ji cizdana diya min derdikevin û hêdîka ji mal derdikevin. min îtiraf kir, oxweyş ez rihet bûm.



01.07.2013 11:21 | simurg56

2. (bnr: li xwe mikur hatin)

(bnr: bi ser xwe dan)

(bnr: li xwe anîn der)



01.07.2013 13:18 | endazer

3. Bi rastî jî ez hîn Kurdî nizanim*



07.07.2013 04:20 | tavrosi

4. carina fikrên nijadperest difikirim.



08.07.2013 11:59 | simurg56

5. min hê mem û zîn'ê temaşe nekiriye/nexwendiye. zanim bekoyek bêîman heye û hew. *



13.07.2013 17:31 | simurg56

6. ev tirşik bi kêrê min hat.



13.07.2013 19:23 | fizikzan

7. ev heftakik e ez li tirşikê me lê nivisê min deha derbas nakin, ji ber kû ez baş nizanim bi kurdî binivîsim.



13.07.2013 21:56 | freedm4ever

8. car caran dinêrim ka çend çepkirin u çend reşkirinên nin hene *



13.07.2013 14:01 | feqiyêteyran

9. di twitterê de ji tirşikê peyam ji min re hat.got:tu endamê tirşikê yî min got, erê lê derew bû.rotira din ez bûm endam.



14.07.2013 00:44 | gulan

10. pir caran bêriya nivîsandina tişteke li wîkîferhengê dinêrim, bo ku peyvên standard dikaribim bikarbînim. ji bo mînak min teze peyva "peşîman" tevlê hevokeke kir*, le belê ez bixwe li derwe û li mal dibêjim "poşman".



14.07.2013 01:14 | sîsîfos

11. Te dît di brazzersê da zilamê keçel heye. Ew ez im.



14.07.2013 01:39 | dengêmintête

12. carinan tirşik min ji malperê diavêje. heçko min pêl derkeve kirî ew bi xwe min ji malperê derdixîne .

gelo tu ji min kerixî û bezar bûyî ?

pir xemgîn dibim tirşik, çima wisa li min dikî ? wisa neke ..



18.07.2013 00:55 | brusk56

13. Bi zaroktî min bi xwe de dimîst, lê min bera stuyê birê xwe dida...

Navê min bû jîrikê, navê wî ma kelmîzo...



18.07.2013 10:31 | keje bemal

14. ez ne qut im, ne dirêj im, takrîhana şax diavêjim



21.07.2013 13:35 | quto

15. gelek caran bi qestî û bizanebûn û li ser hemdê xwe telefona hinekan venakim.. û paşê jî dema li wan vedigerim -tabî eger lê vegerim- dibêjim ''qisûrê efû bike ez nûka sÎnyal an lêgerîna te dibînim, an dema tu li min geriyayî ez zêde ne mûsaît bûm..'' ji vî kar û ji vê kirina xwe carinan hezzekî ecêb werdigirm û carûbaran jî eger yê/ya li min geriyayî biçekî feqîrok û bêgueh be û ji bo kar an xizmet an qewîtiyekî li min geriyabe û ji ber venekirin Û bersivnedana min a telefonê ew kar û xizmeta wî/wê bicih nehatibe poşman an biqewlê wîkîferheng û bahdîniyan pêşîman dibim..*



21.07.2013 13:49 | endazer

16. ji ber ku vaye 3-4 roj e min nedikarî bikevim înternetê, min gelek meraq kiribû tirşikê de çi qewimiye, çi hatiye nivîsadin . a rast min tiştên hêvî dikir nedît. lê hejmara nivîskaran zêde bûye pir kêfxweş bûm . ji xeynî wê bi dehan sernivîsên nizanim çiyê kurdistanê hatiye vekirin *



22.07.2013 23:52 | brusk56

17. mehekî sax bi înterneta bi kotaya 1 gb êdare dikim û vê mehê hê nava mehê de înterneta min qediya. hema ez jî wek pênaberek bê welat, xwe diavêjim ber diya xwe û birayê xwe da telefonên xwe bidin min. giriyê kafiran li min tê . roja borî, li sûka mêrsînê, min destê xwe vekir û got "xwedê ji we rezî be 2-3 mb înternet bidin min". bi vî awayî min heta êvarê 179 mb înternet berhev kir û ez hatim malê . ez niha bi wê têdikevim. xwedê xêra wan jê bîne .



16.08.2013 01:12 | brusk56

18. ji ber ku yên min nas dikin li ser tirşikê hene ez nikarim bi rihetî îtirafan bikim û vê yekê îtiraf dikim. ka herin lo, hema qet nebe online nebin heta saetekê.



18.08.2013 00:41 | azadixwaz

19. welle mi rojek keçek rewndibû çi bikim ma mi hez dikir



18.08.2013 16:42 | rabo