348. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin. |
|
24.11.2019 23:51 ~23:56 |
ferhenga şikestî
|
314. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim. |
|
28.06.2017 13:17 |
ferhenga şikestî
|
291. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/ |
|
05.04.2016 21:52 ~21:56 |
ferhenga şikestî
|
275. dema min her sê îtîrafên li jor vê entrya xwe xwendin, dilê min ji jiyanê sar bû.. |
|
27.12.2015 11:47 |
ferhenga şikestî
|
266. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan.. |
|
11.11.2015 20:24 ~20:31 |
ferhenga şikestî
|
262. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e |
|
09.11.2015 13:13 |
ferhenga şikestî
|
261. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim.. |
|
04.11.2015 00:43 ~00:44 |
ferhenga şikestî
|
256. îmana min ji dijber diçe* |
|
30.10.2015 01:40 |
ferhenga şikestî
|
253. ji hemû jinan hez dikim, çimkî tev şekir in. |
|
30.10.2015 01:27 |
ferhenga şikestî
|
250. tê du meh he ne ku neketibûm tirşikê, ji vir meheke berê nazim tolhildan peyam şandiye û gotiye ezê werim stenbolê emê hev bibînin lê min peyam hê nû dîte, aniha min bêriya tirşikê kiribû û mi go ca vekim, xwezî min meheke berê bêriya tirşikê bikira:( |
|
24.10.2015 20:52 |
ferhenga şikestî
|
245. birêz yoda heta niha 5484759.. heb soundtrackên bijarte parve kiriye lê seb xatirê xwudê be jî min yek jî gohdarî nekiriye* |
|
05.08.2015 23:54 |
ferhenga şikestî
|
243. ez dixwazim navê xwe yê tirşikê biguherînim lê ji tirsa simurg56 newêrim jê re bêjim:( |
|
14.07.2015 02:50 ~02:53 |
ferhenga şikestî
|
212. îroj liqayî kesekê hatim, bawer bike pirr dişibiya te, min dirûvê te lê anî û heyfa şeş salan ji rûyê wê yê lihevhatî anî û min di bîr anî ku ew serborî gorekî veşartî ye di dilê min de, ji bo ku ji axê rabe jê re bayekî sivik jî bahane ye, bi xwexapandinên xwe yên sêwî, dikim ku destên xwe ji te bişom lê nabe... dibihîzî? |
|
29.04.2015 20:42 |
ferhenga şikestî
|
201. dema ku bêhna min teng dibe, bo dermanî û bo bêhnvedanê entryên shorbevanî dixwînim, hama xwudê jê razî* |
|
14.04.2015 21:15 |
ferhenga şikestî
|
192. di rojê de 9999999... car pêl li reklamokên beredayîdikim.. |
|
06.04.2015 00:38 ~00:39 |
ferhenga şikestî
|
186. min do şevê di sernava rasteqînê de bi qasî barê karekî tiştina nivîsandin, ji bela ku ji telefonê ketim û ji bela ku piçeke dirêj dem jê derbas bûn, bêî ku copy bikim min şiyand û min dît ku ne onlîne im:( |
|
31.03.2015 12:53 |
ferhenga şikestî
|
169. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet. |
|
25.03.2015 22:14 |
ferhenga şikestî
|
168. min bi berxwedana xwe 4 kîlo girtin* |
|
03.03.2015 21:21 |
ferhenga şikestî
|
163. |
|
28.02.2015 13:55 |
ferhenga şikestî
|
162. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne |
|
28.02.2015 13:52 |
ferhenga şikestî
|
152. min heta niha digot qey di stêra tirşikê de bi tenê ken li vir bû nivîsandî ye |
|
19.01.2015 01:01 |
ferhenga şikestî
|
149. nêzê sal û nîv e ku endamê tirşikê me lê min hê jî avatareke li gor dilê xwe nedît yaww, dil bi êşan im tirşikkkêê! |
|
30.12.2014 00:51 |
ferhenga şikestî
|
148. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî. |
|
27.12.2014 00:57 |
ferhenga şikestî
|
137. îroj du heb nûçe gihîştin min.. |
|
03.10.2014 01:36 |
ferhenga şikestî
|
134. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast... |
|
23.09.2014 10:10 |
ferhenga şikestî
|
133. li kÊfa xwe binêre :-) |
|
26.08.2014 14:11 |
ferhenga şikestî
|
127. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê min ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku biguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê |
|
15.06.2014 13:42 |
ferhenga şikestî
|
126. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku diguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê |
|
15.06.2014 13:41 |
ferhenga şikestî
|
110. biskek berê di rawestgeha taxa gewranê ya ofîsê de rastê wê hatim bi qasî 3 deqe li wê nêriyam lê tirsayam ku herim bêjim merhaba... |
|
23.04.2014 19:59 |
ferhenga şikestî
|
104. madem ceso û xwelî li ser mikur hatin û evîndariya xwe bi me re parve kirin divê ez jî li paş nemînim:-) |
|
19.04.2014 23:32 |
ferhenga şikestî
|
100. ez dizanim demekê dirêj e ku tiştên tewşo mewşo dinivîsim baş dizanim. lê çi bikim? dikim nakim ji dilê min nayê ev bajer êdî ji bo min wek dojeh tê ji ber ku westiyam. |
|
14.04.2014 01:20 |
ferhenga şikestî
|
90. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin |
|
08.04.2014 01:48 |
ferhenga şikestî
|
78. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. .. |
|
22.03.2014 21:38 |
ferhenga şikestî
|
77. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!! |
|
19.03.2014 23:53 |
ferhenga şikestî
|
75. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê |
|
16.03.2014 23:37 |
ferhenga şikestî
|
65. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize... |
|
12.03.2014 23:23 |
ferhenga şikestî
|
35. min hê jî fêm nekiriye ku omer dilsoz û dilgeş dilsoz yek in an na? |
|
14.12.2013 01:39 |
ferhenga şikestî
|