Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 27 peyam
di dinê de sê tişt hene pir xweş in - tirşik
di dinê de sê tişt hene pir xweş in
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke şivan perwer e. min cara ewil di salên xwe yên zanîngehê de guhdar kiribû.

navê stranê bala min kişandibû. min lê da û bi baldarî guhê xwe dayê. min digot îhtîmalek mezin ev stranek kevin yê kalên me ye û eseh tê de behsa 3 fezîletên girîng dike, ka ez hîn bibim ew çi ne!

lê dema min stranê guhdar kir, min dît ku ew sê tiştên xweş dê, bav û yar in *



06.03.2016 21:19 ~21:20 | simurg56

2. yek ji stranên kurdî yên ibrahim tatlisesê qûnbigû wergerandî tirkî ye. vêca wergerandiye û 'edem kiriye (bnr: 'edemkirin)



bi kurdî:

"bê dê nabe, bê bav nabe; yar xweş e"



tirkî:

"ana ona, baba sana; yar bana"

(dê ji wî re, bav ji vî re; yar ji min re)



li vir xuya dibe, ibo hem ji qewmê re xwe re xayîn û diz e, hem ji dê-bavê xwe re xayîn e



07.03.2016 10:50 | xendekî

3. .
- A: di dinê de sê tişt hene pir xweş in.
- B: av, hewa û ax?
- A: na.
- B: xweza, derya û çiya?
- A: na.
- B: xwarin, vexwarin û gerîn?
- A: na.
- B: xwandin, fikirîn û nivîsîn?
- A: na.
- H: heval jin, jiyan û azadî? *
- A: na; yek jê dayik, yek jê bav e, yek yar e.
bê dê nabe, bê bav nabe, yar xweş e.





26.11.2017 19:59 ~19:59 | bûtîmar


5. li guhdarkirina barana havînê ya şevê.



10 roj berê 00:11 | brzn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sê şev û sê roj
» tiştên ku ji bo kurdî bibe zimanê zikak û bazarê divê bên kirin
» henek dibin genek
» pirsgirêka herî mezin ya mêrên kurd
» xweşiktirîn jina kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî