232
2015.05.24 18:17
"Gava min romana Mehmed Uzun xwend ez şaş mam, çawa di zimaneki de romana peşi ewqasi peşteki, dewlemend ü bi hosteyi dikaribû bihata nivîsîn... Peve çawa zimane romaneke pêşteki wiha kemilî hitabû avakirin. Mehmed Uzun, hosteyê yekemîn ê zimanekî wisa ye." Yaşar Kemal
1. yek jî romanên otobîyografîk ya mehmed uzun e. lehengê romanê memdûh selim beg ketiye nava xelîl û celîl de ango welêt û evîna xwe de. Dawiya kitêbê de hem û welat diçe û hem evîn. hun sax û ez silamet. |
|
2. pirtûka mehmed uzun ê ku di tirşikê de peyama yekem de, bêspoiler dawiya wê hatiye gotin e. * |
|
3. keserkur bû...bêrÎ bÛ... goç bÛ |
|
5. êşa bêdawî ye.. tim caran li ser vê pirtûkê difikirim yekem pirtûk e ku bandoreke ewqas mezin di dilê min de hiştiye |
|
6. pirtûkekî gellekî xweş û bedew e. belê di wêjeya kurdiyê de gelek nivîskarên baş hene. lê wek mehmed uzun ji nav wan nivîskaran derneketiye ku romanekî otobiyografîk wisa xweş nivîsiye. kek mehmed di vî warî da pêşketinek mezin pêkaniye. em nikarin vê yekê nebînin. û ev romana wî jî herhal ez dibêm di kategoriya romanên otobiyografîkê de li ciheke girîng e. bi rastî jî pir xweş vegotiye. meriv dibê "qey ez nava van bûyeran de me". pêşniyara min ji we ra, bixwÎnin. |
|
7. ji alîyê Muhsin Kızılkaya va bi navê yitik bir aşkın gölgesinde li tirkî hatiye wergerandin. Muhsin Kızılkaya destpêka romanê da dibêje "Şebekî ez, Yasar Kemal û Mehmed Uzun em dimeşiyan, Yaşar Kemal gote Mehmed Uzun da go "tu çima romanên xwe wernagerînî tirkîtîyê?" Mehmed Uzun jî gotiye "ma meriv dikare romanên xwe wergerîne ?" wê çaxê Yasar Kemal zivirîye muhsin kuzzulkayayî nihêrîye gotiye tu wergerîne. muhsin jî gotiye temam.. paşê dibêje min werger xelas kir, rojnamevanekî tirk li min pirsîye gotiye tu van roja çi karî dikî, min got ez romaneke kurdî werdigerînime Tirkî. Wî rojnamevanî gotiye Muhsin kuzzulkayayî da gotiye ma di kurdî de, ewqas peyv hene ku wek pê romanek were nivîsîn.. Muhsin dibêje ka bixwînin û hon qirar bidin da ku ewqas peyv di kurdî de hene an na.. |
|
8. Pirtûkeke ku ji aliyê Bloga epirtukenkurdi.blogspot.com Here lînkê wek epub û mobî hat parvekirin e. |
|
9. Sirgûn, bêmiradiya evîna nîvcomayî, têkçûn, bêçarebûn û xerîbî… “Na, em siyasetê nakin. Em wek her netewê mafê xwe digerin û xwe diparêzin” |
|
10. yek romanê Mehmed uzunî yê klasîk e. tê de behsa çîroka Memdûh Selîm beg dike. di destpêka fêrî kurdî dibûm min ev romanê xwendibû. tê bîra min ku di hîn ciha de giriyam. Mehmed uzunî wekî romanên xwe yên din dîsa janê xistiye pêş û mirov li evîna Memdûh Selîm Begê bi matmayî dixwîne. tê de tê behs kirin ku Memdûh Selîm beg ji ber welatê xwe dev jê evîna xwe berdide û diçe şoreşa Araratê. piştî min ev pirtûk xwendibû Memdûh Selîm beg bibû yek idolek jiyana min. Wekî pirtûka xwe ya bi navê bîra Qederê Mehmed uzunî mirovek gelek delal û hêja diyarî min kir. Dîsa dema nû bi dest kurdî kiribû min pirtûka bîra Qederê xwendibû û bi rastî ew pirtûk bibû mîladek ji bo min. ne hewceye ku li vir behsa zimanê Mehmed uzunî bikim. zimanek gelek herikbar û peyvên sivik bi kar aniye ger ji bo destpêkê hûn pirtûkek diyarî yekî an yekê bikin bi min yekser vê pirtûkê diyarî bikin. |
|
12. Dema min li malpera 1000kîtp mêze kir gotinên kurdî pir kêm bûn. Bi dîtina min her kesî versiyona vê pirtûkê ya tirkî xwendiye. gelo xwendina guhertoya tirkî ya pirtûkeke ku kurdî herî baş tê de hatiye bikaranîn, ma watedar e? [spoiler: "Bi xêra çar dengan jîn hê jî jîn e; dengê dil, jin, mûsîk û avê." "Dil bi bêhna welêt, merivên welêt û bi tahma xweşiyên welêt hildavê. Ka ew bêhn û tahm?" "Lê kes, tu kes hawara dilê wî nabihîse."] |
|