Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
siya evînê - tirşik
siya evînê | 1992
Nivîskar: mehmed uzun | kurdî | roman | 232 rûpel

"Gava min romana Mehmed Uzun xwend ez şaş mam, çawa di zimaneki de romana peşi ewqasi peşteki, dewlemend ü bi hosteyi dikaribû bihata nivîsîn... Peve ...
siya evînê
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. yek jî romanên otobîyografîk ya mehmed uzun e. lehengê romanê memdûh selim beg ketiye nava xelîl û celîl de ango welêt û evîna xwe de. Dawiya kitêbê de hem û welat diçe û hem evîn. hun sax û ez silamet.



04.10.2013 00:49 | seydayê_peyvan

2. pirtûka mehmed uzun ê ku di tirşikê de peyama yekem de, bêspoiler dawiya wê hatiye gotin e. *

(bnr: dawiya filmê gotin û rîtin tê de)



04.10.2013 00:54 | brusk56

3. keserkur bû...bêrÎ bÛ... goç bÛ

ew destpÊka wÊ; çendin ax Û ax da kişandin...ax-a welat, axa-a evinÊ...



'Memduh Selîm beg di koça xwe de pencereyekê dibîne. Pencereyeke pir mezin di navbera erd û asman de. Pencere hêdî hêdî vedibe. Bi dû pencerê re deryake zelal û şîn dixuye. Deryake bê ser û binî di navbera erd û asman de. Tîrejên tavê li ser ava zelal diçirûsin. Tu pêl li ser avê naxuyin. Deng tune, her tişt din av bêdengiyê de ye. Ew li avê û tavê dinihêre. Ew hem din av avê de ye, hem jî li ser avê. Lê ji nişka ve, av li ber wî ji hev diçe û jê cotek kevokên spî radibin û bi firê dikevin. Kevok weke pembû spî ne. Kevokên xweşik, çend car, li ser deryayê difirin û paşê jî, hêdî hêdî bi dûr dikevin û winda dibin. Bi dû kevokan re, av dîsan ji hev diçe û jê keçikeke tazî radibe û firê dikeve. Keçikeke tazî, pir xweşik, pordirêj û bedew. Keçik şil e û tîrêjên tavê li bedena wê ya spî dikevin û dilopên k udi bedena wê re diherikin, dibin weke lûlû û elmas. Serê memikên wê yên çik dibiriqin. Bedena wê bi rengekî helesor diçirûse. Bejna keçikê carina dirêj dibe, carina jî weke bejna zarokekî, kin. Keçik ber bi Memduh Selîm Beg difire û tê nêzîkayî lê dike. Lê belê, tu carî ew xwe nagihîne wî. Ew, çend caran, li dor Memduh Selîm Beg, ber bi jêr û jor, xwe ba dide. Lêvên wê jî dilîzin, lê Memduh Selîm Beg dengê wê nabihîse. Paşê jî, keçik, rûyê wê ber bi wî, berepaş difire û winda dibe.

Bi dû windabû keçikê re, derya jî winda dibe. Nexêr, ew winda nabe, lê di derekê de xelas dibe. Dîsan pencereyeke mezin li ber Memduh Selîm Beg vedibe. Pencereyeke ewçend bilid ku erd û asman jê hatiye pê. Li pey pencerê jî din av bêdengiyekê de tişt, meriv, cih û deverên dixuyin.

Memduh Selîm Beg, ji pencerê, li wan dinihêre ku bizanibe ka ew çi ne û kî ne…'



http://cinorek.org/2012/08/22/goca-mehmed-uzun/



12.10.2013 05:24 | cinorek

4. yitik bir aşkın gölgesinde



12.10.2013 09:44 | newenda

5. êşa bêdawî ye.. tim caran li ser vê pirtûkê difikirim yekem pirtûk e ku bandoreke ewqas mezin di dilê min de hiştiye



02.12.2013 01:55 | ferhenga şikestî

6. pirtûkekî gellekî xweş û bedew e. belê di wêjeya kurdiyê de gelek nivîskarên baş hene. lê wek mehmed uzun ji nav wan nivîskaran derneketiye ku romanekî otobiyografîk wisa xweş nivîsiye. kek mehmed di vî warî da pêşketinek mezin pêkaniye. em nikarin vê yekê nebînin. û ev romana wî jî herhal ez dibêm di kategoriya romanên otobiyografîkê de li ciheke girîng e. bi rastî jî pir xweş vegotiye. meriv dibê "qey ez nava van bûyeran de me". pêşniyara min ji we ra, bixwÎnin.



09.01.2014 17:51 | kurê xelkê

7. ji alîyê muhsin kızılkaya va bi navê yitik bir aşkın gölgesinde li tirkî hatiye wergerandin.

Muhsin Kızılkaya destpêka romanê da dibêje "Şebekî ez, yasar kemal û mehmed uzun em dimeşiyan, Yaşar Kemal gote Mehmed Uzun da go "tu çima romanên xwe wernagerînî tirkîtîyê?"
Mehmed Uzun jî gotiye "ma meriv dikare romanên xwe wergerîne ?"
wê çaxê Yasar Kemal zivirîye muhsin kuzzulkayayî nihêrîye gotiye tu wergerîne.
muhsin jî gotiye temam..

paşê dibêje min werger xelas kir, rojnamevanekî tirk li min pirsîye gotiye tu van roja çi karî dikî, min got ez romaneke kurdî werdigerînime Tirkî.
Wî rojnamevanî gotiye Muhsin kuzzulkayayî da gotiye ma di kurdî de, ewqas peyv hene ku wek pê romanek were nivîsîn..

Muhsin dibêje ka bixwînin û hon qirar bidin da ku ewqas peyv di kurdî de hene an na..



01.10.2017 01:16 ~01:18 | bûtîmar

8. Pirtûkeke ku ji aliyê Bloga epirtukenkurdi.blogspot.com Here lînkê wek epub û mobî hat parvekirin e.



22.01.2020 00:30 ~00:33 | serfiraz hêvî

9. Sirgûn, bêmiradiya evîna nîvcomayî, têkçûn, bêçarebûn û xerîbî…

“Na, em siyasetê nakin. Em wek her netewê mafê xwe digerin û xwe diparêzin”



10.06.2022 21:04 | evcebarê pirê

10. yek romanê Mehmed uzunî yê klasîk e. tê de behsa çîroka Memdûh Selîm beg dike. di destpêka fêrî kurdî dibûm min ev romanê xwendibû. tê bîra min ku di hîn ciha de giriyam. Mehmed uzunî wekî romanên xwe yên din dîsa janê xistiye pêş û mirov li evîna Memdûh Selîm Begê bi matmayî dixwîne. tê de tê behs kirin ku Memdûh Selîm beg ji ber welatê xwe dev jê evîna xwe berdide û diçe şoreşa Araratê.

piştî min ev pirtûk xwendibû Memdûh Selîm beg bibû yek idolek jiyana min. Wekî pirtûka xwe ya bi navê bîra Qederê Mehmed uzunî mirovek gelek delal û hêja diyarî min kir. Dîsa dema nû bi dest kurdî kiribû min pirtûka bîra Qederê xwendibû û bi rastî ew pirtûk bibû mîladek ji bo min. ne hewceye ku li vir behsa zimanê Mehmed uzunî bikim. zimanek gelek herikbar û peyvên sivik bi kar aniye ger ji bo destpêkê hûn pirtûkek diyarî yekî an yekê bikin bi min yekser vê pirtûkê diyarî bikin.



11.06.2022 23:19 | yûsiv

11. Dema min li malpera 1000kîtp mêze kir gotinên kurdî pir kêm bûn. Bi dîtina min her kesî versiyona vê pirtûkê ya tirkî xwendiye. gelo xwendina guhertoya tirkî ya pirtûkeke ku kurdî herî baş tê de hatiye bikaranîn, ma watedar e?


"Bi xêra çar dengan jîn hê jî jîn e; dengê dil, jin, mûsîk û avê."
"Dil bi bêhna welêt, merivên welêt û bi tahma xweşiyên welêt hildavê. Ka ew bêhn û tahm?"
"Lê kes, tu kes hawara dilê wî nabihîse."



20.05.2023 17:18 ~17:20 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» siya sîtav
» evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî