Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [orhan veli kanık] de;

19. di nameyeka xwe ya ji bo nahit hanimê de rewşa xwe halê dibêje:
"ev du roj e baran tê û sar e; li gel vê jî sakoyek spî l'min e. sola min nîn e, gomlekê min nîn e, kravata min nîn e, pardusoyê min nîn e." yalnız seni arıyorum, orhan veli, r: 90.

gelek feqîr bû; di destê wî de ji bilî helbestê tişteka dî nebû, evîndar bû.



16.11.2016 14:46 | xendekî

17. (bnr: yalnız seni arıyorum)



07.11.2016 00:22 | xendekî

15. helbesteke wî:



Ew ê Diçe Cengê



Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!

Dîsa wilê xweşik vegere;

Li ser lêvên te bêhna behrê,

Nava birûyên te'de xwê,

Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!



Orhan Welî Kanik

Wergêr: Rênas Xendekî



04.04.2015 22:07 | xendekî

13. "Bibe babirk, bibe bêrik, bibe dûmen, bibe masî, bibe av;

Here heta tu dikarî here..."



Orhan Welî



27.02.2015 21:33 | xendekî

12. Ji him helbestên wî çend qisse:



1

Min nedizanî stran ev qasî xweş in,

Gotin jî, têrî tiştekî nekin

Beriya bikevim nav vî derdî.



2

Evîn, ji bo min jî, ji bo yên wek min jî hinekî zêde ye. Tişteke zêde spehî ye. Ne firdan ji destê min tê, ne jî wîtwîtîn. Beriya her tiştî pêwîstiya min bi xwarin û vexwarinê heye; ha ya rast ez evîndar bibim nikarim bixwim û vexwim.



3

Ez çi zanim,

belkî hê hezara edetên min hene...

lê belê çi hewce ye

hemûya birêzînim?

ew jî dişibin van.



4

Mirova dîn dike ev dinya;

ev şev, ev stêrk, ev bêhn,

ev dara ji serî heta binî xemiliye bi gul û gulçîçeka...



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



05.01.2015 18:21 | xendekî

11. Heroj evqasî spehî ye ev behr?

Halê dixuye ev asîman her gav?

Her gav spehî ye evqasî,

Ev tişt, ev pace?

Ne,

Wilehî ne;

Tiştek heye di vî îşî de.



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



05.01.2015 18:18 | xendekî

10. Helbestvanê azad serbest û serberbiasîmanave ye. Ji helbestvanên tirk yê ku ez herî bêhtir jê hez dikim. Camêr ew zincîrên helbesta tirkî yên wek rêzik qafiye, redîf, wekheviya hejmara kîteyan vezin xilas kiriye. Deriyên girtî yên helbestê li azadiya peyv û hevok u hejmara kîteya û qafiyeyê vekiriye. Mijara helbestê fireh kiriye. Wilê kiriye ku her tişt kariye bikeve nav helbestê. Li gor wî ji şimik heta kumik her tişt dikare bibe mijara helbestê. Li ser kaxiza qotiya çixarê ew a ji pişt qotiyê derdikeve li ser rûyê wê jî helbest nivîsiye.



05.01.2015 18:17 | xendekî